Rojnameya Ronahî

‘Pêwîste xelkê Başûrê Kurdistanê xwedî li têkoşîna gerîla derbikeve’

Rojnamevan Şadyar Şoreş bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li têkoşîn û berxwedana gerîlayên azadiyê derbikevin, ji ber ku hebûn û berxwedana gerîla, ji bo parastina hemû Başûrê Kurdistan û mirovahiyê ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk bi taybet li Başûr rojane xelkê sivîl dike hedef, roj bi roj baregehên nû ava dike û dagirkeriya xwe berfirehtir dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê berxwedanek bê hempa nîşan didin û derbên giran li Artêşa Tirk a dagirker dixin. Derbarê êrişên dewleta dagirker de rojnamevan Şadyar Şoreş ji ajansa Rojnews re axivî.

Rojnamevan Şadyar Şoreş behsa armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê kir û got; “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi avakirina baregehên leşkerî yên nav xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya malbata Barzanî, xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Em dibînin li hemberî vê jî tenê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê heye, gerîlayên azadiyê dibin berf û sermayê de dikarin êrişî leşkerên dewleta Tirk a dagirker yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de bikin.”

Di dewama axaftina xwe de Şoreş balkêşa ser Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet a dijî leşkerên Tirk jî û wiha pêde çû; “Gerîla karî 61 leşker ceza bikin, niha gerîla taktîkek nû bikartîne, ew jî serkeftiye. Ji bo vê pêwîste xelkê Başûrê Kurdistanê xwedî li xebat û berxwedana gerîlayên azadiyê derbikevin. Ji ber ku hebûna vê şoreş û berxwedanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, ji bo parastina hemû Başûrê Kurdistan û mirovahiyê ye.” ROJNEWS