Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin’

23/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê dan.

Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Edaletê dan. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), parêzerên gelek baroyan û saziyên maf û hiqûqê têkildarî serlêdanê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) george Aslan, Salîha Aydenîz û Serhat Eren, Newroz Ûysal Aslan, Dîlan Kûnt Ayan, Cengîz Çîçek jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka OHD’ê Ekîn yeter daxuyaniya hevpar xwend.

‘Li Îmraliyê hiqûq nîne’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê têne ragirtin, bi rengekî li dijî hiqûqê nikarin parêzerên xwe bibînin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji sala 2015’an û vir ve destûr ji parêzeran re nayê dayin ku biçin Îmraliyê û hate gotin, “Di vê pêvajoyê de CPT (Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê) têkildarî serdana xwe ya sala 2019’an a li Girtîgeha Îmraliyê di 5’ê Tebaxa 2020’î de rapora xwe eşkere kir û ragihand ku têkiliya Ocalan û sê girtiyên din ên bi derve re bi temamî hatiye qedexekirin, ev rewş weke qutkirina bi temamî ya têkiliyê (încommûnîcado) pênase kir. CPT di nirxandina xwe de diyar kir ku ev rewş ne ya qebûlkirinê ye û destnîşan kir ku li dijî pîvan û belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî ye.”

‘Bersiv ji serlêdanên me re nehate dayin’

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 775 parêzerên ji 29 baroyên cuda di sala 2022’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dan ku tavilê parêzer karibin serlêdanê bikin û hate gotin, “Hîn jî bersiv ji vê serlêdanê re nehatiye dayin.

Piştre ji 22 welatên cuda bi taybetî jî ji welatên Ewropayê 350 parêzeran di 14’ê Îlona 2022’an de, ji Rojhilata Navîn jî 756 parêzeran di 19’ê Îlona 2022’an de serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin bi girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Lê belê ev daxwaz jî bêbersiv hate hiştin.”

‘Tavilê dawî li tecrîdê bînin’

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em careke din dibêjin ku hewldanên parêzeran ên ev demeke dirêj e li dijî tecrîd û binpêkirina mafê parastinê di esasê xwe de têkoşîna bicihanîna mafên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û bi rêgez û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nav de ye, ye. Em dixwazin bi we re parve bikin ku me serlêdana xwe ya bi daxwaza hevdîtinê ya bi Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayri Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re ji Wezareta Dadê re şand. Em weke 35 baro û 1330 parêzer daxwaza xwe  careke din dubare dikin, bila ev bêhiqûqiya ku berdewam dike êdî bi dawî bibe.” Pişti daxuyaniyê ji bo serî li Wezareta Dadê bidin çûn li Edliyeya Amedê daxwazname dan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.