Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi rihê şerê gelê şoreşgerî em ê şoreşa xwe biparêzin’

21/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Bi rihê şerê gelê şoreşgerî em ê şoreşa xwe biparêzin’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi boneya 10`emîn salvegera  damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê û bi dirûşmeya ‘Bi Rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin û şoreşa xwe biparêzin’ bi hezaran şêniyên Qamişlo meşek girseyî li dar xistin.

Bi boneya salvegera 10`emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, herwiha li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran şêniyên Qamişlo meşek girseyî li dar xistin.

Meş di bin dirûşmeya ‘Bi Rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin û şoreşa xwe bi parêzin’ hat li dar xistin.

Meş ji çerxerêya Osman Sabrî bi beşdariya şêniyên   Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê hat dest pê kirin. Girseya gel heta Stada Şehîdên 12`ê Adarê meşiyan. Herwiha wêneyên şehîdên şoreşê û li dijî dagirkeriya Tirk silogan hatin bilindkirin.

Di meşê de endamên saizyên sivîl, sazî û tevgerên jinan, tevgerên ciwanan, partiyên kurd, ereb û suryan, nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rûspiyên êlan jî beşdarbûn. Gel bi coşeke mezin gihîştin stada 12`ê Adarê.

Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin, piştre li ser navê  Mlabatên Şehêdan Şêro Şero axivî û diyar kir ku gelê berxwedêr îro careke din li qadên berxwedanê ye û wiha got: “Bi saya gelê me yê mezin, ji hemû pêkhateyên herêmê, 10 sal ji têkoşînê re derbas bûn, ji ber ku xala bingehîn a destpêkirina projeya demokratîk a Sûriyeyê ji vê herêmê bû, bi saya xwîna şehîdan û projeya gelê Kurd û Neteweya Demokratîk û biratiya gelan.”

Di heman çarçoveyê de li ser nave Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku serketin û têkbirina van çeteyan bûn û bi saya biratiyê niha têkoşîna li dijî faşîzma Tirkiyeyê didome û wiha domand: “Em vê cejnê li malbatên xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin û ji hemû cîhanê re dibêjin ku em ê di bin siya vê xetê de heta çareseriya demokratîk ji bo xatirê hemû Sûriyê berdewam bikin. Divê em hemû bi şerê gelên şoreşgerî bawer bikin heta ku em terorê têk bibin û dagirkeriyê ji axa xwe derxînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.