Rojnameya Ronahî

 Di gotinên pêşîyan de hîmê dijminatîyê

Sîpan Şînda

Pîr bike lê jibîr neke. Destê xwe dane li ser wijdana xwe, ew dijminekî bi bext e, ne bê bext e. Divê mirov bextê mêran xirab neke. Di nava Kurdan de her çend neyartî çêbûbe jî, wan heqê neyarên xwe yê merdemêr nexwarine. Gelo di neyartîyê de bext heye? Ango mirov dikare baweriya xwe li dijminê xwe bîne? Heke neyartî di navbera mirov de hebe, mirov çawa dikare baweriyê li neyarê xwe bîne? Gelo ev mihelê aqila ye ku mirov baweriyê li neyarê xwe bîne?

Bê goman na, mirov nikare baweriyê li neyarê xwe bîne. Yê ku baweriyê li neyarê xwe bîne, ehmeq e! Ev neyartiya ku ez behs dikime, ne neyartiya ku mîna devjeniya di nevbera du cîranan de ye. Ya ku ez behsê dikime, neyartiya di navbera eşîr, qebîle, qewm, netew, yan ji dewletan de ye. Dema neyartî di navbera du aliyan de derdikeve, her alî li gorî wê tevdigerine û tevdîrên xwe digirine. Girêdayî dijminatiyê, di nava civakê de gelek gotinên pêşîyan û biwêj hene ku li ser dijminatiyê hatîne gotin. Dibêjine:

Pîr bike lê jibîr neke. Bê goman di jiyanê de gelek tişt bi serê mirovî tên. Lê hinek tişt hene ku divê mirov jibîr neke. Ev gotina pêşîyan, bi taybetî ji bo tiştên ku neyarê mirovî li serê mirovî tîne tê gotin. Dibe ku hemî dema fersenda mirovî nebe ku mirov tola xwe ji neyarê xwe hilîne; lê dibe ku carna fersend bikevin di destê mirovî de ku mirov tola xwe ji neyarê xwe hilîne. Jiber wê divê mirov xirabiyên neyarê xwe jibîr neke.

Dijminê baban nabin dostê lawan. Rast e, li gorî serhatiyên civakê, yên ku neyartiya bab û bapîrên mirovî kiribin, nabe ku dostaniyê ji mirovî re bikine. Her çend carna berjewendiyên wan bikeve li cem mirovî jî, lê dema berjewendiyên wan ji cem mirovî xilas bîn û keysê xwe li mirovî dîtin, ewê ji piştve derba xwe li mirovî bidine.

Dijminê te gêrik be ji hesabê wî bike. Heçî em Kurdin em neyarê xwe her û her tine dibînine. Lê ev xeletiyeke mezin e. Neyarê mirovî çiqas kiçik û bê quwet be jî, divê mirov hesabê jêre bike. Heke mirov bê hesab be, wê mirov perîşan bibe. Jiber ku dibêjine:

Neyartî paletî ye. Belê, li gorî vê gotina pêşîyan, çi ji mirovî bê mirov dikare bi serê neyarê xwe bîne. Ya rast divê Kurd vê yekê ji herkesê baştir bizanin; jiber ku neyarên Kurdan hecgo paletîyê bikine, girtine Kurdan û wan qetil dikine. Ji ber wê pêşîyên Kurdan gotine:

Bext ji romê re nîne! Rast e, ne bext ne ji bawerî ji roma reş re heye. Tu wan heta êvarî li ser pişta xwe bigerînî, dema te ew danîn ewê berê xwe ji te ba bidine û heke ji wan bê wê ji piştê ve derbekê ji li te bidine.

Li gorî serhatî û serborîyên civakê hinek gotinên erênî jî di derheqê neyaran de hatine gotin. Dibêjine:

Dijminê bi aqil ji dostê bê aqil çêtir e. Rast e, kesên bê aqil bin, her tim ji mirovî re bar in. Çi dostê mirovî bin, çi maligiyê mirovî bin, çi cîran, heval yan jî neyarê mirovî bin. Lê kesên bi aqil bin, neyarê mirovî bin jî, hemî dema hewl nadine ku zererê bidine mirovî. Ewê li ber ya xwe bisekinin, dema keysê xwe dîtin wê derba xwe li mirovî bidine. Lê kesên bê aqil weke nêre kerên biharanin; hema kengê zira wan bê, ewê bizirine. Nabêjin ev ne cih û demê wê ye. Ji ber wê divê mirov hem ji dost hem jî ji neyarê bê aqil dûr be.