Rojnameya Ronahî

Festîvala Mîtan 5 Muhra xwe  Li Dîroka Şanogeriya Kurdî Xist

Cihêwaziya Mîhrîcana Mîtan  5’emîn ew e ku rihê huner û çanda gelan bigihîne hev. Li Şehbayê Mîtan ev armanc bi ser xist û bi riya şanoyê çandên gelên azadîxwaz anî gel hev. Ev yek jî bi riya komên ku tevlî Mîtan bûne hat tekez kirin.

Zana Roj/ Şehba

Festîvala Mîtan 5 yê şano ku bi diruşmeya `Veger Nêz E, Bi hêvî Ne` Li ser xaka Şehbayê di 10’ ê Çile de ji aliyê Tevgera Çand û Huner ya kantona Efrîn û Şehbayê û komîna sînama hatibû destpêkirin 8 rojan dewam kir. Di 18’ê mehê de bi xelatkirina kom û kesayetên ku tevlî festîvalê bûne, her wiha bi şahiyekê hat bi dawî kirin. Festîvala Mîtan yê şano mîrasa xwe ji bajarê Efrînê digire. Mîtan beriya Şer 3 mewsimên wê di Efrînê de hatin li dar xistin. Piştî şerê ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye destpêkirin û gelê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de bi darê zorê koçberî herêma Şehbayê bûne, festîvala Mîtan careke din bi rihê berxwedanê festîvala 4’emîn bi derfetên herî kêm li dar xistin. ew serkeftina ku hatiye jiyan kirin piştî koçberiyê hêşt ku Festîvala Mîtan 5 bi armancên berfirehtir û zengîntir were pêşxistin.

`Mîtan 5 Sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas kir`

Festîvala Mîtan di mewsima xwe ya pêncemîn de bi diruşmeya `Veger Nêz E, Em Bi Hêvî Ne` hat orgenîzekirin. Festîval li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat amedekirin, her wiha armanca ku sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike ev armanc bi tevlîbûna komên şano ji Başûrê Kurdistanê ji bajarê Kerkukê hat pêkanîn.

Mîtan 5 bi pêşkêş kirina 7 şanoyan hat amede kirin. Komên ku tevlî festîvala Mîtan bûne ji bajarê Hesekê bi şanoya bi navê `Kiş mîr`, ji bajarê Reqa yê bi şanoya `sazkirina li ser xeltikên bendewariyê`, ji bajarê Kobanê bi şanoya `Çakûç`, ji bajarê Kerkukê bi şanoya `Ne rewa`, her wiha ji helebê bi şanoya `Nêrînek`, her wiha bi ser navê Efrînê bi şanoya `Tîrêj` û `Çeper` tevlî festîvalê bûn.

Di roja dawiyê de koma bajarê Reqayê şanoya xwe pêşkêş kir û piştî wê bernameya dawiya festîvalê hat dest pê kirin. Di dest pê kê de axaftin bi ser navê rêveberiya herêmê heval Ferhan û ji aliyê Kevana Zêrîn Şêrîn Reşîd hatin kirin.

Her wiha ji aliyê komîteya amedekar ya ferstîvalê hemû sazî, destgeh û aliyên ku di festîvalê de ked dane û bûne alîkar bi sipasnameyekê hatin xelat kirin. her wiha di dawiya festîvalê de ji aliyê komîteya nirxandinê ve ji bajarê Kerkukê birêz Şeko Omer çend têbînî û pişniyar hatin pêşkêşkirin. Her wiha kom û lîstikvanên ku asta yekemîn di festîvalê de wergirtine hatin xilat kirin. li ser asta festîvala Mîtan 5 baştirîn derhêne mamoste Mihidîn Erselen yê ku şanoya `Tîrêj` amede kiriye hat xilatikirin. Her wiha xilata baştirîn lîstikvan di asta yekemîn de ji bajarê Hesekê şanoger Azad Hecî Mihemed yê şanoya `Kiş mîr`, şanoger Nalî Esker a şanoya `Ne rewa` ya Kerkukê, şanoger Zeyneb Mihemed a şanoya `Tîrêj` ya Efrînê wergirtin.

Festîvala Mîtan 5’emîn di dawiyê de tekez kir ku wê bi rihê hevgirtin û berxwedanê wê festîvala 6 emîn li ser xaka bajarê Efrînê li dar bixin. Di dawiyê de festival bi guvend û sitranên Kevana Zêrîn û tevgera çand û hunerê hat bi dawî kirin.

`Soza ku Mîtan bibe festîvaleke navnetewî hat dayîn`

Festîvala Mîtan ya 5 emîn di mercên zehmet yên koçberî û dorpêcê de hat li dar xistin. encamnameya ku ji festîvalê hatiye derxistin tekez kir ku ne siyaseta dorpêçê û ne jî pilanên ku li ser gelê herêmê tên meşandin dikarin îradeya afirandin û pêşketina çand û hunera gelên azadîxwaz asteng bike. di Mîtan 5 de hêviya rizgarkirina Efrînê mezin bû û gavên ku hatine avêtin şoreşa çandê temsîl dike hat tekez kirin. û soza ku Mîtan bibe festîvaleke navnetewî hat dayîn.

`Di Mîtan de jinê hebûna xwe îsbat kir`

Di festîvala Mîtan de roleke serke ya pêşengtî û beşdarbûna jin hat dîtin. Jinê di asta derhênertî, daner, lîstikvan û beşdarbûnê de hebûna xwe di aliyê çand û hunera kurdewariyê de îsbat kir. di hemû şanoyên ku hatine pêşkêş kirin de jinê rola xwe bi awayekî serkeftî bidawî kir û ev yek di nirxanidna şanoyan de hat dîtin.