Hat ragihandin ku çeteyên koma bi navê Heyet Tehrîr El Şam pêngaveke girtinê li gundewarên Îdlibê daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hejmareke rûspî û şêxên eşîran ên Idlibê ku bi Navenda Lihevhatinê re civiyane da ku bi rêjîma Sûriyê re lihev bikin, girtin.
Çeteyên koma Heyet Tehrîr El-Şam hejmareke rûspî û şêxên eşîran ên Idlibê ku bi Navenda Lihevhatinê re civiyane da ku lihevhatinê bi rêjîma Sûriyê re pêk bînin, girtin. Li aliyekî din jî tabûra Ceyş El-Fetih ava dikin.
Çavkaniyekî pêbawer diyar kir ku çeteyên koma Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarên başûrê parêzgeha Idlibê bi hemleyeke girtinê rabûye û da zanîn ku di hemleyê de hejmarek ji rûspiyên eşîrên Idlibê ku bi Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê re civiyane da ku lihevhatinekê bi rêjîma Sûriyeyê re pêk bînin, girtin.
Di heman çarçoveyê de çavkaniyeke din diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk a dagirker li Idlibê “Eniya Tehrîr Sûriya” ava dike. Ev enî ji van tabûran pêk tê: Heyet Tehrîr El-Şam, Eniya Neteweyî, Artêşa El-Îslam, Artêşa Idlibê ya Azad û tabûreke nû bi navê Artêşa El-Fetih.
Li aliyekî din hin nûçeyên ji Efrînê hatine, diyar dikin ku tevgerên leşkerî yên tabûra bi navê “Feyleqa Heftemîn” ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve nû hatiye avakirin, bi şevê li deverên sînorê di navbera Efrîn û gundewarên Idlibê de zêde dibin. Hate gotin ku gelek siwareyên leşkerî yên vê tabûrê derbasî gundê Etmê û Darazê dibin.






