Rojnameya Ronahî

Deriyê dojehê vedibin

Hafiz Ahmet Turhalli

Ev çend salin şerê cîhanê, yê sêyemîn destpêkiriye. Tişta xuya dike, kurbuna vî şerî, dê li Rojhelata Navîn pêşbikeve. Bûyerên vê dawiyê, li Filestîn, Yemen û Îranê diqewimin, didin nîşandan ku derîyê dojehê dê li Rojhelata Navîn werin teqandin. Sed heyf û mixabin hemû dewlet ji bo vekirina van deriyên dojehê, xwe sor dikin û ji bo sûdê jê wergirin êrîşan pêş dixin.

Rewşa welatê me Kurdîstanê ji xwe her wek dojehê ye. Di rastiyê de Kurd weke gel şerê man û nemanê dikin. Mixabin li gor germahiya vê şerî tevnagerin. An jî bi kuranî vê şerê giran hîs nakin. Plana dagirkerên me li ser qirkirin û tunnekirina me pêşdikevin.

Bi taybet başûrê welatê me û desthelatdarên vî perçeyê, li gor pêşerojê amadebaşî nekirine û hêjî ev xeflet berdewame.

Ne bi xwe amadene, ne jî gelê me yê vî parçeyê amade kirine. Demekî dirêje tu serdestiyekê dagirkeran eşkere li ser wan nîne. Rexmî vêna pêşkeftinên berbiçav çênebun.

Zêdetir ser hebûnên maddî yên kesayetî û malbatî tevgeriyan. Hesabê gelê Kurd bi kuranî nekirin û li gor wê xwe rêxistin nekirin. Bi xeyalên derveyê heqîqetê û dur ji rastiya Rojhelata Navîn tevgeriyan. Xwe wek melîkên Qeter û Dubaî dîtin û gel ji bîr kirin. Gelê Başûr bû muhtacê Meaşekî Iraqê û ji bo debara xwe bike, li dinyayê belav bû. Başûr nekirin wek Dubaî û Qeter, lê xwe û malbatên xwe kirin nav dewlemendên dinyayê.

Ne leşkerekî yekgirtî û modern ava kirin, ne aboriyekî pêşketî pêkanîn û ne jî sîyasetekî hevgirtî û serkeftî pêşxistin. Derfet û îmkanên mezin hemu berhewa kirin. Neha jî em dibînin li beramber êrîşên dagirkeran jî tu berxwedanekî wan nîne û berovajî tirsê belav dikin. Ji ber aliyekê xwe radestî dewleta dagirker Tirkiyê kir, yê dîtir xwe radestî Îranê kir.

Neha deriyê dojehê vedibin, rexmî ewqas fedakarî û cangoriyan jî, tedbîrên me gellekî qelsin. Divê neha xeta bizava netewî baş were pêşxistin, daku bi vekirina deriyên dojehêve em tunne nebin.

Divê zutirîn dem em yekitiya hêza Kurd ava bikin. Dev ji xeyalên ku tu rastiya wan bi welatê me Kurdîstanê û Rojhelata Navîn nîne dev jê berdin.

Ger gel û welatê me, bivekirina deriyên dojehê ve bişewitin, dê ev kes û malbatên xwe, bi şiklekî xirab re rû bi rû bimînin.  Kesên xwe wek Melîk û Şeyxên Ereban dibînin, divê rewşa Qeddafî û Lîbyayê jibîr nekin. Bextê desthelatdarên dinyayê nîne. Ger mirov bixwaze bi huzur û li beramber dîrokê xwedan seknekî rastbe, divê zutirîn dem, ji xefletê şiyarbe. Bizava netewî li Rojava û herçar perçeyên Kurdîstanê rêya serkeftinê bi tecrûbe şanî me daye.

Divê berê her tiştî em jibo parastina xak û milletê xwe tev bigerin. Ger milletê me ser bingeha xwe parastinê were rêxistinkirin, dê karibe ji vê dojehê xwe azad bike û serkeftinên dîrokî bidest bîne.

Divê Rêveberên Başûr zutirîn dem xwe bi stratejiya Rojava bigrin. Pêwiste beramber her çar dagirkeran em xwedî îrade bin.

Li gor rastiya demê xwe pêş bixin. Bi tevgera netewî ya giştîre, îttîfaqê bikin û stratejiyekî Kurdîstanî, ya leşkerî, aborî û sîyasî cîbicîh bikin. Tenane ev stratejî ewê karibe milletê me ên qehreman û egîd bigîhîjîne azadiyê. Deriyê dojehê vedibin, lê bêhna azadiyê nêziktîr dibe.