Rojnameya Ronahî

`Efrîn kelha berxwedanê ye`

Zana Roj/ Şehba

Di 20’ê Çileya 2018’an de fermana dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê  dewleta Tirk a qirker û faşîst ve bi pîlaneke navnetewî dest pê kir. Li hemberî êrişên qirkirin û faşîzmê gelê Efrînê 58 rojan li hemberî hovîtî û barbariya dagirkeriya Tirk li ber xwe da û di 6’mîn salvegera destpêka êrişên dagirkirina Efrînê de jî, gelê Efrînê bi biryare ku tekoşîna xwe berdewam bike heyanî ku Efrîn were rizgarkirin.

Bajarê Efrîn di 20 ê Çileya 2018 an de bi pilaneke navnetewî û di serî de dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê êrîşeke hovana ku tevahî zagon û pîvanên navnetewî û mirovî bin pê dike hate destpêkirin. Efrîn û gelê Efrînê efsaneya berxwedanê û şerê gelê şoreşger di 58 rojan de nivîsandin.

Girêdayî salvegera 6 emîn ya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li Ser Efrînê Hevseroka Meclîsa Gelan a Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê Mûşîre Mele Reşîd bersiva pirsên rojnameya me dan. Naveroka hevpeyvînê jî wiha ye.

1-Destpêka êrişan li ser herêma Efrînê hûn çawa dinirxînin?

Mûşîre di destpêka axaftina xwe de got: Di salvegera 6 emîn a dagirkirina Efrînê de, em tavahî cangorî û şervanên ku canê xwe ji bo Efrînê feda kirine bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Di Şexsê Rêber APO de her tim Faşîzma Tirkiyê û hêzên kompiloger siyaseta qirkirinê li ser tavahî gelê Kurd dane meşandin. Rastiya vê yekê jî her tim Rêber APO ji me re gelek caran tanî ser ziman.

Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku biryara êrişên li ser herêma Efrînê di encama erêkirina hêzên navnetewî de hatiye girtin û destpêkirin. Ev yek jî di hovîtiya ku dagirkeriya Tirkiyê pê êrîş kir bi rengekî pir işkere derket holê. Li hember herêmeke ji aliyê erdîngarî ve ewqas biçûk, hemû alav, çek û teknîkên wêranker bi bêdengiyeke navnetewî dagirkirina bajarê Efrînê çêbû. Her wiha ev êrîş encama lihevkirinên ku di Asîtana de hatibûn erêkirin bû. Ji ber herêma Efrînê bi şêweyê rêveberiya xweser a demukratîk û bi fikir û remanê Rêber Abdullah Ocalan û li ser bingeha Netewa Demokratîk gel xwe bi xwe bi rêve dibir.

2-Faşîzma Tirkiyê çima bi taybet xwest herêma Efrînê dagir bike?

Efrîn ji destpêka şoreşa Sûriyê de ji beriya hemû herêmên Sûriyê bi hilbijartina xeta sêyemîn xwe bi rêxistin kir, rûxmî ku ji aliyê erdîngarî ve dorpêçkirî bû û ji herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê qutbû, lê belê azadî û aramiya xwe parast. Herwiha li Efrînê hevgirtina gelan û bingehê sistema netewa demokratîk hatibû avakirin. Bîrdoziya Rêber APO di hemû sazî û dezgehan de hatibû rûniştandin. Bi taybet jinê bi awayekî yekser xwe bi rêxistin kir û pêşengtî di civakê de kir. Efrîn bi serê xwe karî hêza xwe ya leşkerî ava bike, her wiha di aliyê xizmetguzarî û jiyanî de rêxistineke bi rêk û pêk dabû avakirin. Ji bilî van sedeman Efrîn ji bo dagirkeriya Tirkiyê cihekî stratejîk e ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê. Ji bona ku Osmaniyên kevin li ser xaka Rojhilata Navîn ku ji nû ve serweriya împaratoriya osmaniyan bixe meriyetê, Efrîn deriyê pêkanîna van pilanan bû. Di heman demê de dagirkeriya Tikriyê xwest ku komên çete bi destê Kurdan bide kuştin. Herwiha armanca bingehî ew bû ku pirojeya Netewa Demokratîk were hilweşandin û di aliyê stratejîk de pilanên qirkirina gelê Kurd a hişmendî û çandî  pêk bînin.

3-Di vê pilana Navnetewî ya dagirkirina Efrînê de Bi taybet Rûsiya roleke çawa list?

Rosiya di dîrokê de tu carî dostanî bi Kurdan re nekiriye. Mehabad mînaka herî ber bi çav bû. Rosiya di êrîşên li ser Efrînê de rolekî gelek xirab list û destekeke ber bi çav da dewleta Tirk a faşîst. Rosiya dema îro gotinekê dike, bê guman wê sibê bê guhartin. Çima Rosiya naxwaze hebûna Kurdan qebûl bike. Ji ber pirojeya gelê Kurd a xweseriya demokartîk li pêşiya pilan û berjewendiyên wê yên di Sûriyê de astengin. Her wiha di destê Rosiya de tenê Sûriye maye ku hebûn û serweriya xwe bike. Ji ber wê jî di asta herî jor de bi dagirkeriya Tirkiyê re bû alîkar.

4-Di êrişên li ser bajarê Efrînê de hemû sûcên şer û dijmirovî li ber çavê cîhanê hatin kirin.

Bê guman, dema êrîş bi vê hovîtiyê hatin meşandin, li hemberî van êrişan tevahî gelê Efrînê cihê xwe li cem YPG û YPJ’ê û di çeperên şer û berxwedaniyê de girtin. Ji aliyê rêveberiya Xweser a Efrînê ve dema ku seferberî hate îlankirin, gelê Efrînê tevahî û ji bona parastina xwe û axa xwe cihê xwe di eniya pêşde girtin. Bi bawerî, coş û kelecaneke mezin gel tevlî seferberiyê bû. Weke rêveberiya herêmê dema ku em tevlî mertalên zindî û pêngavê bûn, coş û kelecana ku em li ser biyan digrtin, me ew ji gel digirt. Li şûna ku berê xwe bidin koçberiyê, gel cihê xwe di çeperên şer de digrt. Bê guman divê em tevlîbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kesên internasonal ji şerê Efrînê re ji bîr nekin. Bi hezaran gelên herêmê berê xwe dan Efrînê û bûn mertalên zindî li hember dijmin û ev yek bû nîşaneya hevgirtina gelan. Hemû hewildanên me ew bû ku em nehêlin Efrîn bikeve destê dijmin û bi vîn û baweriyeke mezin em bi gelê xwe re bûn yek.

5-Di berxwedana Efrînê de bi taybet jinê roleke çawa lîst?

Belê, di roja 2mîn ji ragihandina seferberiyê, hemû tevgerên jinan û jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digrin ji beriya her kesî cihê xwe di çeperên şer de girtin. Di vî şerî de jinê xwe bi hêza xwe rêxistin kir û derbasî qada şer û civakê bû. Di asta leşkerî de jina tekoşer pêşengtiya şer kir. Di nava civakê de dayîkên me yên temen mezin bi çêkirina xwarinê destek û hêz da şervanên azadiyê. Tavahî tevger û saziyên xweser ketin nava tevgerê û rêbertî ji şerê berxwedana serdemê re kirin. Çawa ku bi Arînan ala azadiyê û serkeftinê di Kobanê de hat rakirin. Avêsta Xabûr bi çalakiya xwe di Efrînê de dîroka têkoşîn û berxwedaniya jina Kurd ji nû ve nivîsand. Jinan bi yekîtiya xwe li hember hovîtiya dijmin mohra xwe li dîrokê xistin.