Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêrîvan bû sembola jinên şoreşger

21/01/2024
in Uncategorized
A A
Bêrîvan bû sembola jinên şoreşger
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bêrîvan Agal di nav karwanên şehîdên doza têkoşîna azadiyê de yek ji şoreşgerên herî tê nasîn û zanîne. Wek jinek ciwan ya Êzidî hate dinê. Dema malbat koçî Ewropa jî bu her di dilê wê de hesreta welat hebû û cardin lê vegeriya. Bêriya 34 salan di encama pevçunek de li Cizîra Botan di oxira doza gel, xak û azadiyê de şehîd ket.

Binefş Agal di sala 1966’an de li navçeya Bişêrî ya Batmana Bakurê Kurdistanê, ji dayîk bû. Malbat welatparêz bû. Navê wê ji destana Kurdî ya bi navê ‘Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binefşa Narîn’ girtin û lê kirin. Binefş Agal Êzidî ye û wek bi hezaran malbatên Êzidî rastî zilm û zora netew dewleta Tirk hat. Dewleta ku yek reng pergala xwe ferz dikir Êzidî dikirin hedef, zilm û zor dimeşand. Di encama wê zilm û zorê de, sala 1980’yan de û di encama zextên piştî darbeya 12’ê Îlonê koçî Ewropa kirin. Wan deman ew 15 salî bû. Ewropa jî ji xwe bû cihê hezaran Êzidîdiyên ku ji cîh û warên xwe derbeder bibin û bi siyasetek zirav ji milê sistemên serdest ve dihatin helandin. Binefş Agal van rastiyan dîtibû û ji ber wê jî berê xwe dabû kar û xebatên têkoşîna azadiyê li Ewropa dihate meşandin. Malbata wê Li Elmanya jiyan dikir, li bajarê Celle ku îro jî bi hezaran malbatên Êzidî lê jiyan dikin. Demek diçe dibistanê lê her dil û mejiyê wê li welêt bû, hesret, bêrîkirinek mezin jiyan dikir. Sala 1984’an ji bajarê Celle tevlî têkoşîna azadiyê bû.

Bi coş, kelecana xwe, heskirin û eşqa xwe ji bo welat, civak û doza azadiyê pir bilind bubu ku carek din berê xwe dabû welatê xwe, warê bav û kalan. Lê destpêka sala 1985’an berê xwe dide Lubnanê, li geliyê Bekayê Akademiya Mahsum Korkmaz de demek dimîne û perwerdeya bîrdozî û leşkerî dibîne. Piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li wir jî di kar û xebatê de cîh girt.

Sala 1988’an ji bo birêxistinkirina gelê Botanê derbasî wê herêmê dibe. Li Cizîra Botan dest û zendên xwe bada. Li Cizîra Botan îro jî wek “Bêrîvana efsanevî” tê nasîn. Qabiliyeta wê, welatparêzî, biryardarî û jîrbûna wê bandorek pir mezin li ser civakê dike.

Bi hezaran zarok navê Bêrîvan hildan

Bêrîvan bi eşqeke mezin berê xwe dabû Botanê, li wir di nav gelê herêmê de pir dihate heskirin. Lê xiyanetek pêktê ku cihê wê tê îhbar kirin. Mala lê ye dema ku agahî dighêje artêşa Tirk derdora malê di 16’ê Çile ya sala 1989’an dorpêç dike, ji bo ziyan negihêje ferdên malbatê Bêrîvan wana ji mala wan derdixîne û liberxwedide. Di wê pevçûnê de şehîd dikeve. Îro jî li Cizîrê gora Bêrîvanê mîna cihekî pîroz tê dîtin û parastin.

Şehadeta wê bû hêzek mezin ji bo civakê û bi hezaran malbat navê Bêrîvan li zarokên xwe kirin, bi mebesta bîranîna Bêrîvan-Binefş Agal. Gelek rêxistinbûn, kar û xebat bi navê wê hate tacîdar kirin û meşandin. Bêrîvan–Binefş Agal yek ji şehîdên herî tê nasîn û heya roja îro jî bandora wê gelek heye. Li ser navê wê stran, helbest, pirtûk jî hatine nivîsandin.

Post Views: 82
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.