Rojnameya Ronahî

‘YPJ`ê ji bona hemû jinan hêviya azadiyê ye’

Birûc Resûl/Qamişlo

Jina belcîkî Kesandira Botax li pey hevjînê xwe ji Belçîkayê hat Sûriyê. Her wiha kesandira diyar kir ku rizgarkirina Reqayê ji bo wê ji nûve hêviya jiyanê bû û bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ`ê ji bo wê hêviya azadiyê bû.

Kampa Roj dikeve gundewarê bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişlo. Ev kamp piştî Kampa Holê ya girêdayî bajarê Hesekê yek ji kampên herî metirsîdar e. Kampa Roj a ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di sala 2015’an de hat avakirin, nêzî 800 malbatî têde hatine bi cih kirin. Herwiha li kampê 2 hezar û 500 kes dimînin û hemû jin û zarokên û piraniya wan penaberên ji Iraq, gelek bajarên Sûriyeyî tevî malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji neteweyên Ereb û Ewropî ne ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Rojhilatê Firatê ji milê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê hatine girtin.

Kesandira Botaxe yek ji jinên DAIŞ’Î ku ji Belçîka ye û ji bo tevlîbûna nava çeteyan di sala 2013’an de, berê xwe dabû Sûriyê.

Kesandira di sala 1995’an de li Belçîkayê ji dayîk bûye. Her wiha ew li Belcîkiya bi kesekî belçîkî re zewiciye. Piştî demeke dirêj ji zewaca wê, hevjînê wê ji bo tevlîbûna nava komên islamî yên tûndrew berê xwe dide Sûriyê û li Sûriyê tevlî nava Çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî mehekê ji hatina hevjînê wê, ew jî di Cotmeha 2013“an de berê xwe dide Sûriyê û dighêje hevjînê xwe.

Kesandira di destpêkê de bi riya balafirê ji Belçîka berê xwe dide bajarê Istanbolê, Pişt re ji Istanbolê jî berê xwe dide bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê. Piştî çend rojan li Rihayê dimîne, berê xwe dide Sûriyê û li bajarê Girê Spî bi cih dibe. Nêzê 2 mehan li Girê Spî dimîne û diçe bajarê Reqayê li cem hevjînê xwe yê ku endamê DAIŞ’ê ye.

Alêksandira behsa sedema hatina Sûriyê dike û wiha dibêje: “Bi rastî tişta herî zêde ez ditirsiyam ew bû ku hevjînê min, min berde. Ji ber ku her dem ji min re digot heger ti neyê Suriyê, ezê te berdim û li Suriyê bi jineke din re bizewicim. Ev bû sedema hatina min ji bona Sûriyê. Min hisab nedikir wê çi bi serê min were, tenê hizrandina min ew bû ku bighîjim hevjînê xwe. Hevjînê min yê ku di nava çeteyên DAIŞ`ê de bû, em çar salan li bajarê Reqayê man.”

‘Jiyana di bin destê DAIŞ`ê de dijwar bû’

Kesandira wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Ez di bin navê Dewleta Îslamî de wek girtî dijîm, min nikarîbû bi rihetî biaxivim û bi rihetî derkevim kolanan. Jiyana di bin destê DAIŞ`ê de dijwar bû. Ji ber ku wê ji destên çeteyên DAIŞ’ê gelek îşkence xwar. Çeteyên DAIŞ’ê gelek sûcên dijmirovî mîna kufrî, tecawiz, şerjêkirin, işkence û kuştin pêktanîn. Jiyana wan pir qirêj bû û ne ligorî pîvanên islamê bû, ji ber vê yekê jiyana min bi tiris bû. Min hewl da ku ji wan birevim, lê belê di wê demê de qanûnên tund ji bona kesên ku diervin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine danîn. Biryar ew bû ku her kesê ku hewl bide bireve, wê werin darizandin, ji ber vê yekê ez gelekî tirsiyam. Armanca min ew bû ku ez birevim û vegerim welatê xwe. Cara yekem dema ku min xwest birevim ez keşif bûm, ji bona wê yekê şîret, hişyarî û cezayên tûnd li ser min pêkanîn.”

YPJ hêviya azadiyê ye’

Kesandira bal kişand li ser pêvajoya rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê û reva wê ji çeteyên DAIŞ`ê û wiha got: “Hevjînê min ji min re got ku Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Reqayê dorpêç kirine û kêm maye ku bighîjin me jî. Di wê demê de min nikarîbû kêfxweşiya xwe veşêrim. Tenê min dixwest ku ez xwe ji agirê DAIŞ`ê xilas bikin. Piştî mirina hevjînê min li bajarê Reqayê, şansê min ê revê zêde bû. Hewldanên min yên revê bi ser neketin. Ji ber koma ku em dibirin navçeyeke din a ewle ya girêdayî DAIŞ`ê û tundrew û bîrdoziya DAIŞ`ê bûn. Çeteyên DAIŞ`ê min ditirsandin ku ez vegerim welatê xwe, wê demê wê dewlet min bidarve bike, tenê ji bo ku ez careke din hewledanê revê nekim. Piştî wê jî min di canê xwe de parçe xwarin û birîndar bûm. Piştî ku min dest bi astengkirina tevgera wan kir, min avêtin kolanan. Min biryar da ku xwe radestî Yekîneyên Parastina Jinê YPJ`ê bikim. Ji ber ku Yekîneyên Parastina Jin hêviya min a azadiyê bû.”

Yekemîn jina DAIŞ’ê ku niqab û hicab li kampa Roj rakir’

Kesandira Botax di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî derbaskirina wê ji kampa Roj re, di demeke kin de hicabê ji serê xwe radike û bi vê yekê li ber çavê kesên derdora xwe weke ji dînê islamê derketî û kifir kirî lê tê meyzandin û wiha got: “Ez hin caran vedigerim hicabê, gelek caran gef li jiyana min, ji aliyê jinên li kampê yên ku hîn hişmendiya DAIŞ’ê bi wan re heye dihate xwarin. Ez dixwazim vegerim welatê xwe û dixwazim dîsa vegerim jiyana xwe di nava malbata xwe de. Her wiha mîna şensekî duyemîn ez dixwazim vegerim jiyana xwe ya berê li welatê xwe. Tecrûbeya di bin siya çeteyên DAIŞ’ê de, di çar salên ku min li bajarê Reqayê derbas kir, ne hesan bû. Ez bang li rayedarên welatê û hemû saziyên navnetewî dikin ku min vegerînin welatê min.”