Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kombenda Efrînê têkildarî salvegera destpêka êrişên li ser Efrînê daxuyaniyek da

20/01/2024
in NÛÇE
A A
Kombenda Efrînê têkildarî salvegera destpêka êrişên li ser Efrînê daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo
Îro Kombenda Efrîn a Civakî bi beşdariya welatiyên Efrînê ji bo salvegera 6’an a destpêka êrişên li ser Efrînê li çerxereya Efrînê ya li rojhilatê bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Bi mebesta şermezarkirina dagirkirina Efrînê ya ku di 20’ê Çileya 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hat destpêkirin, Kombenda Efrînê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin û gelek şîniyên Efrînê yên ku li bajarê Qamişlo bi cih bûne tevlî bûn û naveroka daxuyaniyê jî wiha ye:
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser destpêka dagirkirina Efrînê û wiha hat gotin: “Di vê seatê de, beriya 6 sal balafirên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşa herêma Efrînê kir. Dagirkeriya Tirk a faşîst di bin hincetên derewîn de û li gorî îdîayên wî ku parastina ewlehî û sînorê xwe dike. Lê belê ji bîr kir ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên ku di sînorê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê re derbasî Rojava dibûn û li Rojava bi cih bûn di heman demê de tirs û hovîtî belavkirine. Di 20’ê Çileya 2018’an de, dewlata Tirk û hevkarên wê bi hemleya çiqila zeytonê dest bi dagirkirina Efrînê kirin. ”
Di berdewmiya daxuyaniyê de Kombenda Efrînê di warê binpêkirina li ser Efrînê hatin pêkanîn de wiha anî ser ziman: “Zeytona pîroz û sembola aşîtiyî, bi çekên giran ên qedexekirî êriş kir. Herwiha bêdengiya dewletên navnetewî rê li pîşiya wê vekir. Li dijî vê êrişê û zêdetirî 58 rojan Hêzên QSD’ê û gelê Efrînê liberxwe da, di dawîyê de hate dagirkirin. Di heman demê de niştecihên resen bi darê zorê neçarî koçberiyê bûn û li şûna wan jî miletên ji cihên cuda li Efrînê hatin bi cihkirin. Herwiha dar, kevir û mirov ji bomabarana erdê û ezimanan bê par neman, binesaziya herêmê, şûnwarên dîrokî, saziyên sivîl û bi hezaran dar hatin birîn û bûn qurbana kiryarên hovane. Li aliyekî din jî bi hezarên hêktaran ji daristanan hatin şewtandin. Di hema demê de bi tevlîbûna komên çete yên ku dibêjin ku surî ne, bi hezaran, jin, zarok û şervanên YPG û YPJ’ê şehûd û birîndar bûn, wan şervanan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi riya Tirkiyê derbasî Rojava bûn, şer kirine û ew têk birine. Dagirkerî li wir nesekinî, van rojên dawî de jî li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê suriyê êrîşan berdewam dike, bi awayekî hovane binesaziya herêman, hêmanên jiyanê û çavkaniya xizmetguzeriyê hedef digire û bombabaran dike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha hat domandin: “ Tê zanîn ku armanca dijimin têkbirina pirojeya me ye, pirojeya netewa demoqratîk a ku ziman û çanda hemû pêkhateyan diparêze. Ev êriş binpêkirina mafê mirovan û binpêkirina zagonên navnetewî ne.”
Herî dawî Kombenda Efrînê ya Civakî û şêneyên Efrînê wiha banga xwe anîn ser ziman: “ Em gelê Efrînê yên ku niha li Qamişlo dimînin û bi navê Kombenda Efrîn bang li hemû rêxistinên civakî û rêxistinên mafê mirovan û dewletên navnetewî dikin ku rê li pêşiya pilanên dagirkina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin. Herwiha ev guhartina demografîk a ku li herêma Bakur û Rojhilata Sûriyê ji milê dewlta Tirk ve tê kirin, were rawstandin û dagirkeriya Tirk were cezakirin. Heta anha kampên ku bi alîkariya dewleta Tirk hatine çêkirin, 40 in, li serenserî Efrîn û gundewarên wê belav kirine. Ev guhartina demografîk gelek xeteriyan bi xwe re tîne û rêgezên mirovî û exlaqî bin pê dike. Em careke din daxweza xwe ya dawîkirina dagirkeriya herêma Efrîn û herêmên Bakurû Rojhlata Suriyê ku ji aliyî dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin dubare dikin. Di heman demê de vegera miletê resen ser axa xwe û bidawîkirina dagirkeriyê armanca me ye. Siyasetên guhartina demografîk, siyaseta tirkbûyînê ya ku anha li herêmên dagirkirî tên meşandin bi tundî şermezar dikin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.