Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Efrînê di salvegra 6 Emîn ya Êrîşan De Soza Vegerê Nû Kirin

20/01/2024
in NÛÇE
A A
Welatiyên Efrînê di salvegra 6 Emîn ya Êrîşan De Soza Vegerê Nû Kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba
20 Çileya 2018an de dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê bi pilaneke navnetewî êrîşeke hovane li ser herêma Efrînê destpêkirin. Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê îro di 6mîn salvegera destpêkirina êrişan bi meşeke girseyî soza berxwedan û tolhildanê nûkirin.
Bi diruşmeya `Azadiya fîzîkî ya Rêber APO misogeriya rizgarkirina Efrîn û Kurdistan û herêmên dagirkirî ye` di salvegera 6 emîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê. Ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Efrîn û Şehbayê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran welatiyê Efrînê û Şehbayê ji 7 salî heyanî 70 salî herikîn qadan û bi yek dengî salvegera 6 emîn şermezar kirin û soza rizgarkirina Efrînê dan.
Meş li ser riya navçeya Fafînê hat destpêkirin û li qada ajokariyê ya Fafînê hat rawestandin. Bi deqeyekî rêzgirtinê bernameya meşê destpêkir û piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mistefa Hesen û bi ser navê Rêveberiya Xeser ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mûşîre Mele Reşîd axaftin hatin kirin.
`Soza veger û rizgarkirinê her roj tê nû kirin`
Mûşîre destnîşan kir ku êrîşa ku hatiye destpêkirin biryareke navnetewî bû û wiha got: “Efrîna ku bi darên zeytûnê dithat naskirin bû armanca dewletên navnetewî û faşîzma Tirkiyê. Êrîşa ku li ser herêma Efrînê de hatiye bila tavahî cîhan bizanibe ku kompiloyeke navnetewî bû. Efrîna biçûk bi hebûn û hêza xwe di 58 rojan de dîroka berxwedaniyê ji cîhanê re nivîsand û ket rûpelên dîrokê. Soza veger û rizgarkirina Efrînê her roj di dilê me de tê nû kirin û ev yek bi berxwedaniya gel û hêzên Rizgariya Efrînê tê tekez kirin. Wan dixwast piroje û modêla netewa demokratîk hedef bigirin û hilweşînin. Lê niha peyman û pirojeya gelê Kurd a demokratîk li tavahî cîhanê hatiye belav kirin û pilanên dagirkeriyê vala derxistin”.
`Gelê Efrînê rê nedan ku pilanên dijmin pêkwerin`
Mistefa Hesen jî girêdayî vê rojê di axaftina xwe de hemû Şehêdên berxwedana Serdemê bibîr anîn û bal kişand ser berxwedaniya gelê Efrînê û wiha got: “Berxwedaniya ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de hatiye raber kirin, di qonaxa duyemîn ji Berxwedanê de gelê Efrînê rûxmî koçberiyê û topên dijmin ev têkoşîn berdewam kirin û rê nedan pêkanîna pilanên faşîzmê. Çawa ku me dev ji doza azadiya Kurdistan ji 50 salî ve bernedaye, emê dest ji xaka Efrînê û rizgarkirina wê jî bernedin. Efrîn a Efrîniya ye û bila kes xeyal neke wê di destê dijmin de bimîne”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.