Rojnameya Ronahî

Karapetê Xaço evîndarê çanda resen

Navenda Nûçeyan

Karapetê Xaço dengbêjek bi eslê xwe Ermenî bû û li Bakurê Kurdistanê hate dinê. Ew bû şahidê qirkirina Osmaniyan, dayîk û bavên wî li ber çavên wî hatin qetilkirin. Li gel ku jiyanek gelek zor û zehmet derbas kir jî, lê bi kilamên dengbêjî mohra xwe li dîroka hunera Kurdî xist û li pey xwe bi dehan kilam hiştin.

Karapetê Xaço yek ji dengbêjên me yên herî navdare. Navê xwe yê bi Ermenî Garabed Xaçaduryane. Heman demî bi gelek navên din jî tê nasîn; Karabêtê Xaço, Gerabêtê Xaço, Qarapetê Xaço, Qarapetê Haco. Bi xwe ji gundê Kolhoza ya Êrîvana Ermenîstanê bû, di destpêka salên 1900’an de li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Ji gundê Bileyder yê wî demî li ser Amedê bû çavên xwe li jiyanê vekir. Bi xwe Ermenî ye, lê di navbera Kurd, Ermenî û netewên din yên bi awayek aram û yekpare li ser axa Kurdistanê bi hevre jiyan dikin weke goşt û neynûk bi hevre girêdayîbû. Karapetê Xaço jî hem Ermenî hem Kurdek bû, bi kurtasî Kurdistanî bû. Xwe, bawerî, çand û zimanê xwe yê Ermenî dizanî û jiyan jî dikir, lê di nav ziman û çanda Kurdistanê de hatibû dinê û bû xatirê dostanî, hevrejiyana gelên herêmê zimanê Kurdî bû xwe kir bingeh. Îro wek dengbêjekî Ermenî û Kurd ji bo civaka Kurd jî yek ji nirxên herî mezine.

Dayîk û bav li ber çavên wan hate kuştin

Karapêtê Xaço hîn di temenê xwe yê ciwaniyê de bû, li Bakurê Kurdistanê împaratoriya Osmanî li ser Ermeniyan qirkirinek dabûn destpêkirin. Sala 1915 bû, di wan êrîşên hovane de dayîk û bav li ber çavên wî, xwişk û birayên wî hatine qetil kirin. Bi 3 xwişk û birayên xwere demên pir zehmet derbas kir. Wan salan dest bi dengbêjiyê dike. Ermeniyên sax ji qirkirinê filitîbûn karîbûn canê xwe xilas bikin berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan jî Karapêtê Xaço bû. Xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê, bajarê Qamilo ku ew herêm wan deman di bin koloniyalîzma Fransa de bû. Li wir xwe di nav hêzên leşkerî yên Fransa ku lejyonerbûn de qeyd dike û 15 salan cîh digre. Li wir bi Yêvaya Hagop ku Ermeniya Rojavayî bû re dizewice. 5 zarokên wan çêdibin. Her 5 zarok fêrî zimanê Ermenî û Kurdî kiribûn. Ji derveyî wê 15 neviyên Karapêtê Xaço hebûn.

Çawa sala 1946’an Rusya ya Sovyetan deriyê Ermenîstanê bû hemû Ermeniyan vedike û derfeta vegerê dide, Karapêtê Xaço vedigere Ermenîstanê. Behsa Yêvaya Hagop jî wek jinek welatperwer û dildarek mezin tê kirin. Tê texmîn kirin ku di pêşketin û kurbuna hest û hizrê Karapêtê Xaço de bandorek wê yê pir mezin çêbûye. Dema Yêvaya Hagop sala 1976’an li Ermenîstanê wefat dike, Karapetê Xaço êşek pir kûr jiyan dike û tê gotin ku wê demê li ser wefata hevjîna xwe wiha gotibû; “Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn. Ji ber vê yekê min zehf jê hez kir.” Karapetê Xaço ji bo bîranîna Yêvaya Hagop heya emrê xwe yê dawî carek din nazewice.

55 salan di Radyoya Êrîvanê de kar kir

Eşq û evîndariya wî ya ji bo hunerê berê wî dide radyoya Êrîvanê. Radyoya Êrîvnaê li paytexta Ermenîstan Erîvanê weşan dikir, gelek dengbêj û hunermendên navdar dikir mêvan, wek Egîdê Cimo, Mihemmed Arîf Cizrewî, Eyşe Şan, Meryem Xan, Feyzoyê Rizo û hwd.

Karapêtê Xaço zêdeyî 55 salan di radyoya Êrîvan de xizmeta xwe ya ji bo ziman, çand û hunera Kurdî berdewam kir. Gelek stranên gelerî û folklorî, dengbêjî digot. Di vê wextên derbas kirî de tê gotin û zanîn ku dengbêj Karapêtê Xaço mamosteyek hunerî bû û gelek dengbêjên nû gihandiye û perwerde kiriye.

Berhemên wî

Belê gelek berhemên Karapêtê Xaço hene. Ji ber ku xwe Kurdistanî dît, heya dawî tinê bi Kurdî kilamên xwe got. Ya herî tê zanîn klama Lawikê Metînî ye.

“Lê lê dayikê heyranê

De tu rabe bi xwe ke

Bi Xwedê ke roja şemiyê

Serê min bişo û xemla min li min ke…“ re destpê dike kilam û dewam dike. Tê de zarafet, têde hest, mane, peyam heye, hêzek veşartî ya me hemûyan hîtap dike wek mignatis dikşîne xwe. Dema em çavên xwe digrin weke ku em li deşt, zozan, gelî, çiya û newalên Kurdistanê ne, weke ku em li bin siha darekê, li ber kendalekê, li ber dengê çemekê, bi tama hunikayiya ava kaniyan, tama penîrê sîrik bi berdexek çaya ji çaydanê ji teniyê reşbûyî re tên hembêz kirin dide hîskirin. Ev hestekî bêtarîfe ku jêre peyv nabînim.

Lê ne tenê lawikê metînî gelek klamên din jî yên dibêje hene. Hinek ji wan evin; Zembîlfiroş, Lê lê Edulê, Kalo, Kew Hêlun, Mellî Mellî, Evdalê Zeynikê, Ha berde, Bavê Fexriya, Yar Dilan, Hesenîko,  Nazo, Lê Dayê, Ez kevokim, Adlê Rabe Sibehe, Lê Yeman,  Bezar Bezar, Nelmale, Dera Sore,  Hayran Hayrane, Lê Can Can, Endîwerê paytextê, xumxume, Çume Cizîrê, Tew Xan, Kekê Nurê, Bişêriyo, Meyrok û hwd. Lîsta kilamên bi dengê Karapêtê Xaço dirêj dibe û diçe. Arşîvek giranbiha û berfireh ya wî ku bûye malê dîrok û nirxên civaka me ava kiriye.

Mirina Karapetê Xaço

Karapetê Xaço li Bakurê Kurdistanê hatibû dinê, li Rojavayê Kurdistanê jiyan kiribû û li Ermenîstanê wefat kiribû. Jiyanek zor û zehmet derbas kirîbû. Lê heya kêliya dawî jî heskirî û evîndarê ax, welat, civak, çand û zimanê xwe, Kurdistanê bûbû.

Karapetê Xaço 15’yê Çileya sala 2005’an li Êrîvanê çu ser dilovaniya xwedê. Li pişt xwe deryayek berhem hişt ku îro jî ji guhdarkirina wê em têr nabin.