Rojnameya Ronahî

‘Her malek şaxek û her şaxek jî dareke’

Birûc Resûl/Qamişlo

Platforma Ekolojiya Jin a Rojava bi dirûşmeya, “Ji bo hebûna xwe li hemberî qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bighînin azadiyê” kampaniyek da destpêkirin. Endama platformê Bêrîvan Omer diyar kir ku ji bo parastina bedewiya bajaran,  divê her kesê ku li ser vê axê  jiyan dike xwezayê biparêze.

Platforma Ekolojiya Jin a Rojava di çerçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest bi pêngava dar çandiniyê kirin. Pêngava nû bi dirûşma “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bighênin azadiyê” ji 9’ê Çile, heta 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e dewam dike.

Di derbarê Kampaniya çandina daran ya bi dirûşmeya “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bighênin azadiyê” Endama Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava Bêrîvan Omer ji Rojnemeya me re axivî.

Bêrîvan Omer bal kişand ser kampaniya Komkirin û çandina daran û wiha got: “Em ê îsal jî di çarçoveya tevlîbûna pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka Kurd re çareseriya siyasî”, pêngava “Li dijî çolbûnê, daristanan avabikin” ku her sal em pêk tînin, berdewam bikin. Ji ber ku dîroka şaristaniyê her tim xweza, hawîrdor, ax û jin, bi îdeolojîk înkar kiriye. Bi berdewamî bi kar anîna axê, ji bajarên dewleta Sumeran dest pê kir û ber bi çolbûna xwezayî ve hişt û bi demê re bi çolbûn mezin bû. Ji ber vê sedemê, şaristaniya dewletparêz di çolbûna axa Mezopotamya’yê de rolek sereke dilîze û taybet li Rojhilata Navîn dîrokek ekolojî tune ye. Çawa ku jin weke hêmana herî bingehîn a civakê neçar ma ku cewhera xwe înkar bike, xweza jî li ser mantiqa qazanca desthilatdariyê û yekdestdariya mêtingeriyê rastî îstîsmarê hat. Lewma mirovahî ji xweza, jiyan û civakê hatiye dûrxistin. Bi vî rengî jin û xweza di dîroka şaristaniya dewletparêz de rastî komkujiyên hovane hatin kirin. Bi vê zîhniyetê divê ji 9’ê Çilê û pê ve li mal, kolan, baxçe û deştên xwe kulîlk û daran biçînin. Ji bo ku em jî ji nûve qetilkirina jinan û xwezaya ku parçeyekî wê ne, çavên xwe negirin. Pêwîste em bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin û xwezayê azad bikin.”

‘Her malek şaxek û her şaxek jî dareke’

Bêrîvan wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Di vê salê de, tişata ku me bingeh girt ew e ku her malek şaxek û her şaxek darek, ji ber ku di sala 2023`an de me dar dikirîn û li ser vê esasê dihat belavkirin û çandin, ev ne çare bû ku em daran bikirin û em biçînin. Ji ber vê yekê me xwest ku gel bixwe êdî şaxên daran bînin û biçînin, da ku ev çanda parastin û pêşxista xweze di rihê gel de were avakirin. Wekî me da zanîn ku her malek şaxek û her şaxek darek. Ziyaretên me wê li taxan çêbibe, malên ku dar li cem wan tune be, em ê bi alîkariya malbatên ku dar di malên wan de hene, em ê ji wan malan şax bînin û deverên ku dar lê tne bin em biçînin. Ji bo em vegerin ser koka xwe û hemû komkujiyan rawestin, bila bi feraseta `her malek şaxek, her şitlek darek’ di pêngava civakek ekolojîk de bibin yek.”

‘Divê her kes xwezaya welatê xwe biparêze’

Endama Platforma Ekolojiya ya Jin Bêrîvan Omer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku şînkirina bajar û welat erkê li ser milê her kesê ye û wiha got: “Şînkirina bajarê me û parastina wê erkê li ser milê me hemûyan e. Ne şert e her dar û şînkatî biçînin, divê parastin jî lê were kirin û av bidin. Divê xelkê hişyar bikin rê nedin lawir werin nav de û bedewiya bajar têk bibe. Dema karek tê kirin divê piştre parastina wê were kirin. Me di sala borî de dara çand û piştra kes lê mêyze nekir, ji bo wê divê em parastina wan bikin. Giring e her kes ji aliyê xwe ve hişyar be divê xelk hin zêdetir hevkariya hev bike, ji bo parastina xweşiktiya bajarên xwe. Mînak ev der cihek gelek xweşik e û xweşiktiyekê dide bajarê me, divê her kesê di vê bajarî û welatî de jiyan dike xwezayê bi parêze.”

Bernameya ku dê di çarçoveya kampanyayê de bê pêkanîn:

1- Wê serdana malan were kirin.

2- Li navendên cuda wê semîner bên lidarxistin.

3- Wê civîn bên çêkirin û nêzîkatiya `her malek şaxek, her şaxek darek` bê pêşxistin.

4- Li ser têkiliya jin-xweza û civak perwerde bên dayîn.

5- Li deverên ku pêşengên jin lê hatine qetilkirin wê dar bên çandin.