Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser li dijî êrişên dagirkeriyê

17/01/2024
in NÛÇE
A A
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser li dijî êrişên dagirkeriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeya/Qamişlo

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweseriya Demokiratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê daxuyaniyek ji bo raya giştî da û têde bang li Rêxistinên navnetewî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin, her wiha bang li gelên Bakur û Rojhilatên Suriyê kir ku asta berxwedanê bilindtir bikin û li derdora rêveberiya xwe kom bibin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên 12’ê Çileye 2024`an de û hedefgirtina bênesaziya herêmê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê jib o raya giştî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe stasiyonên enerjî, petrol, gaz, av, tenduristî, çandinî, kargeh, xalên kontrolê yên ewlekariya navxweyî, mal û dezgehên sivîlan kirine armanc û wiha got: “Armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina jêderên jiyanî yên gelên hermê ye, da ku gel bi tevahî koçber bibe, her wiha xaka Surî bi tevahê dagir bike. dewleta Tirk ji bêdengiya navnetewî û nakûkiyên herêmê sûdwerdigire û êrişên xwe zêde dike.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber êrişên dagirkeriyê tevahî gund, bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Suriyê bê av û elektirîk man, ev jî berdewam bike wê karîsteke mirovî bi xwe re bîne û wiha domand: “Di encama van êrişan de stasiyonên hilberîna elektrîkê bi teybet ya Swêdiyê bi temamî hat ruxandin û ev yek bû sedema qutbûne elektirîkê li ser tevahî Kantona Cizîrê, her wiha ji ber vê gelek nexweşxane, firina, saziyên xizmetguzariyên ji kar hatina derketin.”

Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê xwe yê derveyî welat kir û got: “Li hemberî dagirkerî û terorê piştgiriyê bidin berxwedan û sekna gelê xwe. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên dikin ku têkoşînê mezin bikin, li dora rêveberiya xwe bicivin û bi ruh û nirxên şoreşa xwe bi hev re tevbigerin û bi vê karî em gelek pirsgirêkan derbas bikin û terorê ji holê rakin. Bi îradeya xwe ya azad û yekîtiya xwe em ê dawî li dagirkerî û terorê bînin, hemû zehmetiyan derbas bikin û jiyaneke azad û bi rûmet û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.