Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Saziyên civakî û çandî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

17/01/2024
in Uncategorized
A A
Saziyên civakî û çandî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê, 15 saziyên çandî, wêjeyî, hunerî û civakî li bajarê Qamişlo ji bo raya giştî daxuyaniyek nivîskî dan.

Îro ji aliyê 15`e Saziyên Çandî, Wêjeyî, Hunerî û Civakî daxuyaniyêk nivîskî di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji bo raya giştî hat dayîn. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Hevseroka Tev-Çand Gulbihar Omer û ya Erebî ji aliyê Rêvebere Ofîsa Yekîtiya Rewşenbîran ya bajarê Qamişlo Sîba Ebd Elhemîd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

Daxuyanî wiha hat dest pê kirin: “Karê dewleta Tirk a dagirker karê newêrekan e û siyaseteke kîndar dijî destkeftî û pêkanînên pêkhateyên Bakur û rojhilatê Sûriyê ye, ku bi têkoşîna ji bo azadî û aştiyê di salên zor û zehmet de bi dest xistin e. Dema ku dewleta Tirk a dagirker balafir, top, diron û rêbaza hişmendiya xurtiyê bi kar tîne, ew ji lawazbûn û ji kîna wê ya dîrokî ye, hem jî giroveya hovitiya sîstema wê ya faşist e ku dijî gelên aştîxwaz û azadîxwaz e dide meşandin. Herwiha domanidina dijîtiya dewleta Tirk domandina rêbaza toranî ye ku dewleta Tirkiyê li ser azarên gelên resen (kurd- Ermen- Siryan û Ereb) hatiye avakirin û dewleteke dagêrker e, rejîmeke şerxwaz e, terora dewletê ya bi rêkûpêk bi kar tîne, hemû dozên ewlehî û aştiyê li bin guhên dîwaran dide, gunehbariyên cengê li dijî mirovahiyê dike, şerê mirov bi gepa nên, ewlehî û hedana wî dike.”

‘Armanca êrişan koçberkirina gelê herêmê ye’

Daxuyanî wiha hat domandin: “Em dizanin ku dewleta Tirk dijminahiya me dike. Û berdewamiya êrişên wê yên li ser abûrî û binesaziya me mîna (Navendên Enerjiya elektirîkê, Bîrên Petrol û Gazê) topbebaran dike, da ku gelê me koçber bibe û herêm jêre vala bimîne, hem jî hewil dide ku çeteyên DAIŞ`ê vegerîne herêmê, da ku destkeftiyên şoreşê tune bike û temenê qeyrana Sûriyê dirêj bike. Lê Tirkiyê dê di hemû hewildanên xwe de têk biçe, ji ber berevaniya me di ber mafê jiyanê de wê bibe bersivdayina guncaw ji hemû êrîşên Tirkiyê re.”

‘Em ê di riya azadiyê de berdewam bin’

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em weke nûnerên yekitî, komele, melbend û desteyên çandî, wêjeyî, civakî û olî yên kurd, ereb, siryan û ermen, ji hemû olên misilman, xiristiyan, êzîdî û zeradeştî, em êrîşên dawleta Tirk yên terorî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û em bang li rêxistinên mirovahî û desteyên navdewletî dikin ku van êrîşên rawestînin, hem jî em ji hêzên kiwalisyona navnetewî û hêzên Rûsî dixwazin ku jêpirsînê derbarê gunehbariyên Tirkiyê yên terorî de bikin. Herwiha em soza xwe ji hemû pêkhateyên Sûriyê re nû dikin ku em ê yekrêzbin û li dijî faşîsma Tirkiyê û siyasetên wê bin û em ê berxwedan xwe hetanî ku em herêmên xwe yên dagirkirî rêzgar bibin berdewam bikin. Hem jî em Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bîr nakin û em rê nadin Tirkiyê ku zora vîna me bibe, em ê di rêyên azadiyê de berdewam bin her çiqasî ew giranbuha be jî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvegera komkujiya taxa Xerbî a Qamişlo
CIVAK Û JIYAN

Salvegera komkujiya taxa Xerbî a Qamişlo

27/07/2026
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.