Rojnameya Ronahî

Li Enqerê siyaseta tabûtan

Farûk Sakik

Serhildana Koçgiriyê yan jî Şoreşa Koçgiriyê, yekemîn serhildana li hemberî hikûmeta Enqerê ye.

Çima Kurdan serî li serhildaneke wiha dan? Soz û peymanên ji bo Kurdan hatibûn dayîn pêk nedihatin.

Di 15’ê Mijdara 1920’î de, serokên Kurdan daxuyaniyek radestî Mustafa Kemal kirin. Di daxuyaniyê de xalek balkêş hebû. Digotin; ‘Divê artêşa Tirk a ku ji bo deverên Kurdan hatine şandin, divê vekişin’

Hikûmeta li Enqerê ev daxwazên wan qebûl nekir û artêşa xwe şand herêma Koçgirî. Piştî demekê jî Topal Osman û çeteyên wî şand herêmê. Di encama komkujiyên giran de serhildan têk çû.

Ev serhildan bû destpêka komkujiyan, asîmîlasyon, red û înkarê.

Ev yek hetanî serhildana dawî ya PKK’ê dewam kir.

PKK’ê hemû serhildan baş analîz kiribûn. Kêmasiyên ku pêk hatibûn wan dubare nekir. PKK’ê bawerî bi soz û peyamên wan neanî.

PKK’ê bi zimanê ku ew fam dikin bersiv da wan. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi şêwazekî cuda daxwaza mafê Kurdan kir. Şer da destpêkirin.

Piştî ku PKK’ê hêza xwe da îspatkirin û qebûlkirin, ji dewleta dagirker re got; kerem bikin werin masa aştiyê-lihevkirinê. Ev bang di sala 1993’yan de ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin.

Ji vê masa aştiyê tirsiyan. Bawerî bi neviyên Topal Osman anîn û di şer de israrkirin. Şer û dijminatiya Kurdan mîsogeriya desthilata xwe dizanibûn.

Lê di dawiya sala 2023’yan û di destpêka sala 2024’an de gerîla operasyonên şoreşgerî dabûn destpêkirin û encamên baş bi dest xistibûn.

Dema ku min ev nivîs dinivîsî HPG’ê hejmara eskerên dagirker ên hatine kuştin 61 kes îlan kir. Herikandina, dîmenên gerîla yên bi kamerayên xwe di germahiya şer de kişandibûn jî di ajansan de dewam dikir.

Tabûtên cenazeyên eskerên dagirker dema ku ji Zapê birêketin û derbasî Enqerê bûn, li vê derê ji bo parvekirina tabûtan nîqaş û gengeşiyan dest pê kirin. Herkesî dixwest wan tabûtan wek amûrek siyaseta xwe bi kar bînin.

Ev car tiştek cuda bû. Berê dema ku tabûtên neviyên Topal Osman diçûn Enqerê, di bikaranîna tabûtan de lihevkirinek hebû. Herkesî dikaribû van tabûtan bi kar bîne. Lê vê carê gerîla ew gêj kiribûn. Tu encamek ku pê serbilind bin an jî behsa yek qehremaniyeke wan hêzên xwe bikin nemabû.

Medya şerê taybet ket dewrê û sedemên têkçûna xwe rewşa hewayê ya Zapê hincet nîşandan. Her wek gerîla di heman rewşa hewayî de şer nekiribû. Me di dîmenan de dît gerîla çawa wê di berfê de êriş dike û dîsa me dît ku neviyên Topal Osman çawa dixwazin ji ber gurzê gerîla birevin.

Hin general û eskerên berê li dijî gerîlayên Kurdan li herêmê wezîfe kirine û wê demê derbên giran xwarine, derketin ekranên televizyonan, Erdogan û çeteyên wî rexne kirin. Gotin; Em gerîla baş nas dikin, bi vî tarzî encam nayê girtin. (di vê navberê de raboriya têkçûna xwe ya li hemberî gerîla jî vedişartin. Sankî wan berê encam girtine.)

Erdogan û generalên kevin ku di medyaya mixalif de derdikevin bi heman zîhniyetê li du paqijkirina têkçûna artêşa xwe ne.

Heger ewqas li eskerên xwe xwedî derdikevin (ne li yên dijîn, li yên mirî xwedî derdikevin) bila ew 3-4 ‘neviyên’ Topal Osman, yên ji merhameta gerîla filitîne û ji tirsa mirinê li çiyayên Kurdistanê xwe veşartine, kom bike û axa Kurdistanê terk bike.

Em dubare bi bîra wan dixin, çawa ku bapîrên me Alîşêr, Dr. Nûrî Dêrsîmî,  Alîşan û Haydar Beg berî serhildana Koçgirî ji bapîrê we Kemalîstan re gotibûn: Divê artêşa Tirk a ku şandine deverên Kurdan lê dijîn herêmê terk bikin, Murat Karayilan jî îro dibêje ji herêmê vekişin, an jî hûn ê yek bi yek bimirin.