Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

400 cenaze ji goreke komî hatin derxistin

31/07/2018
in Uncategorized
A A
400 cenaze ji goreke komî hatin derxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Roj bi roj şopên wehşeta DAIŞ’ê derdikevin holê. Çeteyên DAIŞ’ê ku Reqa dagirkiribûn û weke paytexta xwe ragihandibûn, bi her awayî zilm û wehşet li dijî welatiyan bikaranîn. Goreke komî ya din jî ku 400 cenaze tê bûn hat dîtin. Ji rêveberên Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs diyar kir ku heta niha wan 1650 cenaze derxistine.

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên rakirina cenazeyên mirovan li Baxçeyê Sewalan bi dawî kir. Tîmê 400 cenaze ji baxçe rakirin.
Xebatên derxistina cenazeyan ji gorên komî ku çeteyên DAIŞ`ê bi rengên hovane sivîl qetil dikin û dikirin wan goran, ji aliyê Tîma Destwerdana Destpêkê bê navber dewam dike. Di vê çarçoveyê de, bi hevkariya şêniyên taxa El-Bedu ya bajarê Reqayê, Tîma Destwerdana Destpêkê goreke komî ya nû li Baxçeyê Sewalan dît. Di gora komî de, li gorî tîmê 400 cenazeyên mirovan hatin rakirin.
Ji rêveberên Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: ʺEm xebatên rakirina cenazeyan ji bajar û derdora bajarê Reqayê berdewam dikin. Heta niha me hezar û 650 cenaze rakirin. Piraniya gorên komî bi hevkariya şêniyan hatin dîtin.ʺ
El-Xemîs bang li şêniyên bajar kir ku ger komên gorî yan jî cenaze dîtin, yekser Tîma Destwerdana Destpêkê agahdar bikin.
Tîma Destwerdana Destpêkê, Tîm girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye û bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bejahiya bajarê Reqayê re hate avakirin. Bi demê re, endamên Tîma Destwerdana Destpêkê xebatên xwe bi pêş xistin û bûne pispor.
Endamên tîmê ji bo derxistina cenazeyan tevî derfetên kêm, pir bi baldarî kar dikin. Di nava endamên tîmê de bijîşkek jî heye û ew jî cenazeyan tevî belgeyan îspat dike.
Piştî ku cenaze tên derxistin û tên belgekirin, li goristanan têne veşartin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.