Rojnameya Ronahî

‘Armanca Partiya Siberojê Sûriyeke demokrat û pirreng e’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebd Elfetah Fatimê anî ser ziman ku Partiya Pêşerojê  ji  tevahiya gelên Sûriyê re xebateke siyasî ji bo siberoja Sûriyê dide meşandin. Herwiha Fatimê tekez  kir ku yek ji xalên girîng yên ku di kongreyên meclisan de tê guftûgokirin bidawîkirina kirîza Sûriyê ye.

Di nava van hemû geşedanên siyasî û leşkerî yên ku rastî Sûriyê hatin û destpêkirina kirîza Sûriyê ya ku ji bo gelên sûrî bû mîna amûra kujeriyê  tevger û bizavên siyasî jî hebûn.

Piştî destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li ser bingeha Netewa Demokratîk û paradîgmaya Rêber Apo, êdê hewldan hatin kirin ku projeyek siyasî ya niştimanî ku hemû gelê Sûriyê di nav xwe de bihewîne û nûnertiya hemû pêkhate, mezheb û çandan bike, hat çêkirin.

Herwiha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yek ji partî, tevger û bizavên siyasî ya ku di 27’ê Adara 2018’an de bi kongrekê di bin durşmeya ‘Sûryeke demokrat, pirreng û nenavendî’ li kantona Reqayê hate damezrandin, bû.

Herwiha di kongra damezrandina partiyê de, yekîtiya xaka Sûriyê û redkirina her hewldaneke ji bo parçekirina wê, yek ji biryarên herî girîng bûn ku li ser hate erêkirin.

Kongra danmezrandinê bi hilbijartina Meclîsa Giştî ya partiyê ku ji 81 endaman pêk dihat, bi dawî bû.

Di encama vê kongrê de  Îbrahîm Elqeftan ji bo serokatiya partiyê û Hevrîn Xelef jî ji bo sikirtêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, hatin hilbijartin û niha jî Ebd Hamid Elmehbaş serokê wê ye û Sîham Dawûd jî sikrtêra giştî  ye.
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê êdî bi armanca pêkanîna Sûreyeke demokrat, pirreng û tê de mafê hemû pêkhateyên Sûriyê parastî be û bi hevbeş bijîn, xebateke siyasî da meşandin.

Vê partiyê di nav kar û xebata siyasî ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, pêşeroja Sûriyê ya aştiyane siyastmedarên wê gelek bedel dan û şehîd ketin. Şehîdên wê jî  sikrtêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku ji aliyê komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkî ve di êrîşa li ser Serêkaniyê û Girê Sipî de, di sala 2019’an de hat şehîdxistin. Di heman demê de endamê komîteya Amadekar a partiyê Umer Elûş jî di sala 2018’an de di rewşeke nediyar de ji aliyê xwînrêjan ve li Girê Sipî hat şehîdxistin.

Partiya Pêşerojê guhdanê bi çareseriya kirîza Sûriyê, siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya derveyî herêma wê, pirrengiya gelan, çand, perwerde, aliyê civakî, leşkerî û ewlehiya pêkhateya kurd, ereb, ermen, çerkes û hwd… dike.

Herwiha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê her 2 salan kongreyên xwe li dar dixe. Navendên vê partiyê li her 7 kanton û bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî hene û li gor wê jî bi destpêka sala 2024’an re partiya Pêşerojê dest bi lidarxistina kogreyên xwe yên meclisên her kanton û bajaran, kir.

Girêdayî damezrandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û lidarxistina kongreyên wê yên îsal endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê Ebd Elfetah Fatimê ji rojnameya me re axivî.

‘Partiya Pêşerojê  ji bo siberoja pêkhateyên Sûriyê hatiye damezrandin’

Ebid Elfetah Fatimê anî ser ziman ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo siberoja pêkhateyên Sûriyê hate damezrandin û wiha domand: “Piştî demeke dirêj ji kirîza Sûriyê, me bi derfetên heyî dikarîbû partiyeke siyasî ku hemû pêkhateyên Sûriyê bihewîne nav xebata siyasî, damezirînin. Armanc ji damezrandina vê partiyê ew bû ku Partiya Pêşerojê bibe hêzeke siyasî û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de û li gel partiyên din bikarbe nûnertiya hemû pêkhateyên li erdîngariya Sûriyê dijîn, bike. Me weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji wê demê heta roja îro xebateke siyasî li ser asta Sûriyê da meşandin. Herwiha li gor erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê me li hemû kantonên wê navendên xwe bi awayekî fermî vekirin. Li aliyekî din jî li Şamê, Heleb, Siwêda û deverên li beravê Deryaya Spî xebateke siyasî heye û ji ber siyaseta hikumeta Şamê ya desthilatdar bi  awayekî veşartî karê siyasî tê kirin. Hemû karê ku Partiya  Pêşerojê ya Sûriyê dike, ji bo siberoja hemû pêkhateyên Sûriyê ye. ”

‘Armanca kongreyên meclisan yê partiyê bi dawîkirina kirîza Sûriyê ye’

endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê Ebd Elfetah Fatimê diyar kir ku armanca kongrên meclisan yên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dawîkirina kirîza Sûriyê ye û wiha axivî:“Bi destpêkirina sala nû ya 2024’an re me kongreyên meclisên kantonên partiya xwe li dar xistin. Me di van kongran de xwest kar û xebata xwe ya siyasî binerxînin û bi diyalogê hin mijarên sereke û rewşa siyasî ya heyî guftûgo bikin. Herwiha pirogramekê ji bo pêşeroja Sûriyê û çareserkirina kirîza Sûriyê bixin pilana xwe. Di dawiya sala 2023’an de Hevpeymana Civakî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat derxistin.Herwiha vê hevpeymanê hin guhertin di warê rêxistinî, aborî, civakî, siyasî û hwd… bi xwe re anî.  Em jî weke hêzeke siysî ku li erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê karê siyasî dide meşandin, li gorî van guhertinan tev digerin. Hevpeymana Civakî biryarên bingehîn ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê digre nava xwe. Li ser vê bingehê jî kongirên me tên lidarxistin û xalên girîng yên ku li ser maseya diyaloga kongran in  Sûriyeke demokrat û pirreng, herwiha xebatkirina ji bo soberoja gel û çareriya siyasî ji bo pirsgirêkên gelên Sûriyê bi giştî ye