Esma Mistefa/Qamişlo
Endama Komîteya Amadekar a Festîvala Şano a Zarokan li Rojava Zîlan Mecîd da zanîn ku her çiqas xebatên hunerî û çandî bo zarokan hatine lidarxistin lê ev yekemîn festîvala şano bo zarokan e û got, “Zarok nifşên pêşerojê ne ku wê mîrateyên xwe yên kevnar biparêzin.”
Xebatên zarokan ji bo bihêzkirina jêhatî û çalakiyên wan li Rojavayê Kurdistanê her hatine organîzekirin û birêxistinkirinm. Bi taybet xebatên hunerî û çandî li hemû navendên çand û hunerê li herêmê zarok bûne beşa herî girîng. Ev xebat bi armanca parastina çand û kultura Kurdewarî ji nifşekê ta nifşşekê hatiye kirin. Li Rojavayê Kurdistanê wê Yekemîn Festîvala Şano a Zarokan di dîroka 16 û 17’ê heyva Pûşperê de wê were lidarxistin. têkildarî organîzekirin û birêxistinkirina vê festîvalê yek ji endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê Zîlan Mecîd ji Rojnameya me re axivî.
Yekemîn Festîvala Şano a zarokan li Rojava

Zîlan di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser festîvalê û amadekariyên ku ji bo wê têne kirin û wiha anî ziman: “Xebatên hunerî û çandî ji bo zarokan di herêmê de her tim hebûn û berdewam dikin, di hemû navendên çand û hunerê de beşên taybet ên zarokan hene, yên stran, govend, amûr, şano û hwd. Helbet xebat û çalakiyên çano her hebûn, lê bi awayekî festîval nehatine birêxistinkirin. Şanoyên zarokan di gelek çalakî û li bajaran hatine pêşkêşkirin, vê carê jî me xwest em weke yekemîn festîvala şano a zarokan li rojavayê Kurdistanê bidin destpêkirin.
Amadekarî di destpêkê de bi gera li ser navendên Çand û Huner ên bajaran hate destpêkirin, bi armanca ku em komên şano yên zarokan ên hene û têne perwerdekirin bibînin, amadekarî û proveyên wan yên li ser şano werin şopandin, hejmar û naveroka şanoyan ku gelo dikarin di lîstikên nû de kar bikin, ev hemû hatin kirin da ku ev kom ji festîvalê re bêne amadekirin. Piştre biryara lidarxistina festîvalê hate dayîn. Heyanî niha nêzî 7-8 komên şano ên zarokan hene, lê belê biryara dawiyê ku wê tevlî bibin an na hê nehatiye dayîn. Helbet sînaryo ji komîteya amadekar re hatin şandin ku ev naverok û çîrok ji bi zarokan guncaw in an na. Wê festîval di dîrokên 16 û 17’ê Hezîranê de were lidarxistin.
‘Çand û huner bi zarokan, parastî dimîne’
Zîlan di domdariya axaftina xwe de armanca ji lidarxistina vê festîvalê anî ziman û wiha got: “Her çalakî û xebatekî ji bo zarokan tên kirin, girîngiyeke wê ya pir mezin û taybet hene, lê mixabin em gelek girîngiyên didin xebatên ciwan û mezinan, lê em girîngiyê nadin jêhatî û çalakiyên zarokan. Ji ber wê jî divê em van jêhatî û hewildanên wan yên ji bo pêşketinê, em piştgirî bidinê û pêş bixînin. Di heman demê de gelek nameyên me hene ku em dikarin bi rêya zarokan derxînin û bidin, zarok bi taybet di aliyê parastina çand û hunerê de, ew rola herî girîng dilîzin, ji ber ew in nifşên pêşerojê ku wê mîrasên xwe yên kevnar biparêzin. Di heman demê de zarokên me bikaribin di rêya hunerê de xwe îfade bikin û mijarên civakî yên ku bibin naveroka şanoyan, wê bêhtir bandorê li ser wan û hemû tameşevanan bike.”
‘Festîval; wê bibe bingehek ji zarokan û xebatên me re’
Endama Komîteya Amadekar a Festîvala Şano a Zarokan Zîlan Mecîd di dawiya axaftina xwe ev anî ziman û got: “Festîvaleke zarokan a salane ya zarokan di heyva Îlonê de tê lidarxistin ew jî vestîvaleke zêetir wêjeyî ye û pir xweş e. Ev festîvala Şano jî wê bibe bingehek ji bo hemû zarokên ku xwediyên jêhatî û hezkirina xwe ya ji şanoyê re. Ne tenê ev wê di heman demê de ji bo xebatê me yên şano û zarokan jî bibe bingehekî xurt ji pêşerojê re.”






