Navenda Nûçeyan
Daristanên baranê yên tropical(Medarî) roleke girîng di pergala avhewayê ya gerdûnî de dilîzin; ji bo çemên mezin avê dabîn dike, herwiha germahiya gerdûnê, baran û şêwazên hewayê rêxistin dike.
Daristanên baranê yên tropîkal di nav ekosîstemên erdê de roleke girîng dilîzin, avê ji bo çemên herî mezin ên cîhanê dabîn dikin. Di heman demê de gelek karbonê vedhewîne, germahiyê bi rêkûpêk dike, bandorê li baran û şêwazên hewayê hem li ser asta herêmê û hem jî li cîhanê dikin; bi kurtasî, ew damara pergala avhewayê ya gerdûnî ne.
Tevî girîngiya wê ya mezin, ji salên 80’ê ve rêjeya birîna daristanên tropîkal di cîhanê de bi berdewamî di asteke bilind de maye, ev yek bi sedema daxwaza mirovî ya xwarin û sotemeniyê, herwiha berfirehbûna bajaran û çavbirçîtiya şîrketan, di heman demê de ne naskirina nirxa daristanan wekî ekosîstemên saxlem ên bi pêdivî.
Ji sala 2022’an ve, salane nêzî 3,2 milyon hektar daristanên tropîkal têne birîn, ku cureyên daristanên yê herî biyolojîk-cûrbecûr û karbon-zêde ye, tê wêrankirin.
Ev rapor balê dikşîne li ser 5 daristanên baranê yên herî mezin di cîhanê de, li gorî ku di platforma (Mongabay) ya têkildarî zanist û parastina jîngehê de hatiye.
Daristana Amazon
Amazon daristana tropîkal a herî mezin û navdar di cîhanê de ye. Ji hêla rûbera daristanên pêşîn ve, ew sê qat ji Hawza Kongoyê, ku duyemîn daristana tropîkal a herî mezin di cîhanê de ye, mezintir e.
Çemê Amazonê, çemê herî mezin di cîhanê de ye 5 qat ji ava Çemê Kongoyê an jî 12 qat ji ava Çemê Mississippi zêdetir avê wê hildigire.
Daristana Amazonê di warê windabûna salan e ya rûbera daristanên tropîkal de jî di rêza yekem de ye. Di navbera salên 2002 û 2019’an de, zêdetirî 30 milyon hektar daristanên sereke li herêmê hatin qutkirin, ku nêzîkî nîvê windabûna giştî ya daristanên sereke yên tropîkal ên cîhanê, di wê demê de.
Nêzî ji sedî 60 daristanên baranê yên Amazonê di nav sînorên Brezîlyayê û ji sedî 13 jî li Perûyê de ye, yên mayî jî di navbera Kolombiya, Venezuela, Bolîvya, Guyana, Ekvador, Sûrînam û Guyanaya Fransî de belav bûne.
Li daristana baranê ya Amazonê ji 40 hezar cureyên şînatiyan zêdetir heye, di nav wan de 16 hezar dar, 3 hezar cureyên masiyan, hezar û 300 cureyên çûkan, hezar cureyên amfîbîyan, 430 cureyên meymûnan û 400 cureyên xijende hene.
Tevî girîngiya wê, li piraniya welatên hawza Amazonê, bi taybetî li Brezîlyayê, birîna daristanan zêde dibe. Amazon di sala 2001’an de zêdetirî 30 milyon hektar daristên pêşîn ji sedî 5,5 rûbera xwe winda kir û di navbera salên 2002 û 2019’an de 44,5 milyon hektar ji rûpoşa daran bi rêjeya ji sedî 6,6 winda kir.
Daristanên Kongoyê
Duyemîn mezintirîn girseya daristanên baranê yên tropîkal li Hewza Kongoyê ye, bi rûberek 3,7 mîlyon kîlometre çargoşeyî digire nav xwe. Piraniya daristanên baranê yên Hewza Kongoyê ji sedî 60 di Komara Demokratîk a Kongoyê de ye. Mayîna daristanên baranê yên Hewza Kongoyê li Gabon, Komara Kongoyê, Kamerûn, Komara Afrîkaya Navîn û Gîneya tropîkal ye.
Daristanên baranê yên Kongoyê bi rûbereke 288 milyon hektar rûpoşa daran vedihewînin, di nav de 168 milyon hektar daristana xwezayî yên kevin (heta sala 2020’an). Ji sedî 60 ji daristanan li Komara Demokratîk a Kongoyê, ji sedî 13 li Gabonê, ji sedî 12 li Komara Kongoyê, ji sedî 10 li Kamerûnê, ji sedî 3 li Komara Afrîkaya Navîn û ji sedî 1 li Gîneya tropîkal ne.
Birîna daristanên baranê yên Kongoyê bi lez zêde dibe, her çend bi rêjeyek kêmtir ji deverên din ên daristanên mezin, zêdetirî 6 mîlyon hektar daristanên sereke ji sedî 3,5 ji qada wê ya sala 2001’an û 13,5 mîlyon hektar rûpoşa daran ji sedî 4,5 di navbera salên 2002 û 2019’an de winda bûye.
Daristanên Awistralyayê
Daristanên baranê yên Awistralyayê daristanên tropîkal ên li Gîneya Nû û bakur-rojhilatê Awistralyayê, herwiha giravên belavbûyî yên ku dema asta deryayê di Serdema Qeşayê ya dawî de daketiye ve girêdayî ne, dihewîne.
Di encama vê girêdanê, her du kitleyên bejahî komên nebat û lawiran parve dikin. Hemû daristanên tropîkal ên sereke li vê herêmê li girava Gîneya Nû ne, ku navbera Endonezya û Papua Gîneya Nû de parvekirî ye.
Daristana baranê ya Awistralyayê 89 milyon hektar rûpoşa daran vedihewîne, di nav de 64 milyon hektar daristanên serekedi sala 2020’an de. Ew li seranserê parêzgehên Endonezyayê yên Papua û Papua Rojava belav bûye, ku ji sedî 51 daristanên sereke yên herêmê pêk tîne, ji sedî 49 Papua Gîneya Nû û ji sedî 1 Awistralyayê pêk tîne.
Ji ber berfirehbûna çandiniyê, bi taybetî jî ji ber çandina zeviyên zeytê, birîna daristanan li vê herêmê bi lez zêde dibe. Beşa Endonezyayî ya Gîneya Nû ji sala 2002’an vir ve 605 hezar hektar daristanên pêşîn winda kiriye, ku ev yek ji sedî 1,8 rûbera xwe ya sala 2001’an temsîl dike. Di heman demê de Papua Gîneya Nû 732 hezar hektar, an jî ji sedî 2,2 rûbera xwe winda kiriye. Gîneya Nû wekî sînorê dawîn ê berfirehbûna çandiniya pîşesazî ya mezin li Endonezyayê tê hesibandin.
Daristanên Sandallandê
Daristanên Sandalandê giravên Borneo, Sumatra û Java herwiha Nîvgirava Malezya dihewîne. Piraniya daristanên mayî yên herêmê li girava Borneo ne, ku ji hêla siyasî ve di navbera Endonezya, Malezya û Bruneiyê de dabeş bûye.
Li gorî daneyên herî dawî yên sala 2020’an, daristanên baranê yên Sandalandê 103 milyon hektar rûpûşa daran vedihewînin, di nav de 51 milyon hektar daristanên sereke hene. Endonezya ji sedî 73’ê daristanên herêmê pêk tîne, piştî wê Malezya ji sedî 26, di heman demê de Brunei û Singapûr jî ji sedî 1 kêmtir xewdî daristanên li herêmê ne.
Sandaland di navbera salên 2002 û 2019’an de pareke mezin ya daristanan di cîhanê de winda kir, tenê li Borneo 5,8 milyon hektar daristanên sereke winda bûn (li gorî sala 2001’an ji sedî 15), li Sumatrayê 3,8 milyon hektar (li gorî sala 2001’an) winda bûn, li Nîvgirava Malezyayê jî 726 hezar hektar bi rêjeya ji sedî 14 winda bûn. Endonezyayê ji sedî 75 windabûna tevahî daristanên sereke yên herêmê pêk anî, li gorî ji sedî 25 bo Malezyayê.
Daristanên Bormiyê yên Hindistanê
Herêma Hind-Bormiyê tevlîheviyek cihêreng ji cureyên daristanên tropîkal dihewîne, ji darên mangrov û daristanên baranê yên nizm bigire heya daristanên demsalî. Di dîrokê de, windabûna berfireh a daristanan ji ber zexta nifûsa mirovan, tê vê wateyê ku daristanên mayî yên li vê herêmê ji deverên din ên ku berê hatine behs kirin bêtir perçe perçe ne. Piraniya rûpoşa daran a herêmê ji zeviyên çandinî, berhemên çandiniyê û daristanên duyemîn pêk tê.
Ev daristan li seranserê çend welatan dirêj dibin, bi taybetî Myanmar, ku ji sedî 34 rûbera daristanên sereke ya herêmê pêk tîne, piştre Laos bi sedî 19, Viyetnam bi sedî 15, Tayland bi sedî 14 û piştre re Kamboçya, Rojhilata Dûr a Hindistanê û hin beşên başûrê Çînê bi rêjeyên cûda.
Bi tevahî, li gorî daneyên herî dawî yên sala 2020’an, daristanên baranê yên cîhanê li Hindistan û Myanmarê qadeke ku 139 milyon hektarî ji daran pêk tê, ku 40 milyon hektar ji wan daristanên sereke ne.
Di derbarê birîna daristanan de, Kamboçyayê ji sedê 34 daristana xwe ya sereke winda kiriye, piştre Laos ji 21, Viyetnam ji 18 û Myanmar ji 16, tên. Kamboçyayê ji sala 2001’an û vir ve ji sedî 28 daristana xwe ya sereke winda kiriye, bi zêdebûna veguherîna daristanên xwezayî bo zeviyên çandiniyê û projeyên pîşesaziyê.
Di heman demê de daristanên din ên cîhanê jî hene, ku ji aliyê rûberê ve piçûktir in lê ji aliyê biyolojîk cihêreng û çavkaniyan ve dewlemend in, wek daristanên Amerîkaya Navîn, daristanên Gîneyê yên Afrîkaya Rojava, Daristana Atlantîkê ku ji bakur-rojhilatê Brezîlyayê heta hundirê Arjantîn û Paraguayê dirêj dibe, Daristana Chocó Darín ku ji başûrê Panamayê heta perava Pasîfîkê ya Amerîkaya Başûr dirêj dibe û daristanên din, bi taybetî li Asyayê.






