Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

11’emîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji DAIŞ’ê

14/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
11’emîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji DAIŞ’ê
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Di 15’ê Hezîrana 2015’an de Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bajarê Girê Spî ji DAIŞ’ê rizgar kirin û gelêwê ji tarîtî, zilm û koletiyê xelas kirin. Lê di 13’ê Cotmeha 2019’an de careke din ev bajar ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin û bû navendina nearamî, revandin û kuştinê.

Girê Sipî di sala 2014’an de 15’ê ji aliyê DAIŞ’ê û di 9’ê Cotmeha 2019’an ji aliyê Tirkiyê ve du caran hat dagirkirin. Di encama vî şerî û dagirkirinê de kuştin, revandin û koçbarkirin di derheqê welatiyên sivîl de hatin kirin. Ji ber wê jî şêniyên resen bi dilgiranî neçar bûn ji navçeya xwe koçber bibin û berê xwe bidin bajarên aram yên Rojavayê Kurdistanê û beşek jî penaberî başûrê Kurdistanê bûn.

Pêngava rizgarkirinê ji DAIŞ’ê

Di dema êrişa DAIŞ’ê li ser Girê Sipî de, hêzên Kurd YPG’ê û YPJ’ê ji aliyê Kantona Cizîrê ve û hêzên Burkan El-Firat ji aliyê Kobanê ve, pêşveçûna xwe li başûrê Girê Spî dest pê kirin.

Piştire Şervanan rêya di navbera Girê Spî û Reqayê û herwiha rêya Eyn Îsayê birîn, bi vî awayî çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kirin.

Di 15’ê Hezîranê de, di nava Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi piştgiriya Hêzên Hevpeymanan û Burkan El-Firat, li deriyê sînorê Akçakal ‘Kaniya Xezalan’ gihîştin hev û bajar bi temamî ji destê rêxistina DAIŞ’ê paqij kirin.

Ev serkeftin wekî derbeyek mezin li ser DAIŞ’ê dihat dîtin, ji ber ku rê li ber çeteyan girt ku alîkarî û çekan ji sînor werbigirin.

Dagirkirina bajêr ji aliyê Tirkiyê ve

Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrîn 2018’an de berê xwe da Girê Sipî û Serê Kaniyê. Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar de ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de li Girê Sipî dest pê kiribû, bajar di 13’ê Cotmehê de hate dagirkirin. Şervanên QSD’ê li hember vê êrîşê û li dijî tang û balafirên şer di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de berxwedanek dîrokî nîşan dan.

Her çend bajar di sala 2015’an de hatibû rizgarkirin jî, lê di 9’ê Cotmeha 2019’an de, di encama operasyona leşkerî ya bi navê ‘Kaniya Aşitiyê’ de, bajarê Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê Artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ve hate dagirkirin û ev rewş heta roja îro berdewam dike. Ev dîrok weke destpêka qonaxeke nû û tarî di dîroka nûjen a herêmê de tê dîtin

Encamên mirovî û koçberî

Bi ketina êrişan de li bajarê Girê Sipî, zêdetirî 100 hezar sivîl ku bi taybetî Kurd û her wiha Ereb û Ermeniyên herêmê bûn, neçar man ku malên xwe biterikînin û berê xwe bidin herêmên Reqa, Tebqa, Kobanê û hwd. Ev rewş hêla ku bandoreke mezin li welatiyên Girê Sipî were.

Piştî derketina welatiyan ji bajar, êdî cih û malên wan bi awayekî resen hatin desteserkirin. Li şûna wan, malbatên çekdaran û penaberên Sûrî yên ji herêmên din ên Sûriyê mîna Edlib û hwd li wir hatin bicihkirin.

Pêşveçûna Siyasî ya dewleta Tirk li bajar

Bi operasyona “Kaniya Aştiyê” di 9’ê cotmeha 2019’ an de bajarê Serêkaniyê, Girê Spî gundewarên van bajaran hatin dagirkirin. Lîstoka bi navê qadên ewle di avakirinê de hatî lîstin di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi îtifaqa dewletên yekbûyî yên Emerîkayê û Tirkiyê de xistin meriyetê. Bi pêkanîna vê lihevkirinê ji bo ku dewleta Tirkiyê êrişên xwe hîn hêsantir bikaribe pêk bîne hêzên Emerîka xwe ji hêrêmê vekişandin. Bi vî awayî dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmê xistin meriyetê û bi fermî hêzên Emerîka, bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê radestî dewleta tirkiyê kirin.

Rewşa bajarê Girê Sipî piştî dagirkirinê

Bajarê Girê Spî ji dema dagirkirinê û bi şûn de, di bin kontrola leşkerî ya rasterast a Artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê . Êdî piştî dagirkirinê û bicihbûyîna Ereban, bajarê Girê Sipî ne bi ewle bû.

Piştî dagirkirinê êdî rewşa aborî û çandî li Girê Sipî rastî guhertineke radîkal û xirabûneke mezin hat.

Daxwaza welatiyên Girê Sipî ji bo vegerê

Welatiyên Girê Sipî ku li bajarên Rojavayê Kurdistanê bicihbûyî ne, daxwaza wan ew e ku careke din vegerin ser axa welatê xwe. Tevî ku mal û milkên wan li Girê Sipî hatine destserkirin û talankirin jî lê daxwaza wan vegera bajarê wan e.

Piştî salên dirêj ji koçberiyê jî, lê heya niha rewşa koçberên Girê Sipî li bajarên Rojavayê Kurdistanê zor û zehmet e. Ji ber vê jî daxwaza koçberên Girê Sipî ku di zûtirîn dem de welatê wan ji kesên bindest were rizgar kirin û li ser mal û milkên xwe vegerin û jiyaneke azad û serfiraz di welatê xwe de bijîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
Bi Kamîreya Narama Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi Kamîreya Narama Mihemed

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.