Rojnameya Ronahî

Hebûn; xweparastin e

Nehîr pale

Çeteyên dûrî exlaq, ji bo pere dixebitin û qanûnan nasnakin her tim weke hêzeke veşartî ji aliyê sîstemên dagirker yên mîna Tirkiyê, Îran, Amerîka, Rûsya û dewletên Ewrûpa ve têne bi kar anîn. Gel jî û bi taybet jin û ciwan dibin qurbanên polîtîkayên qirêj ên van sîsteman.

Li beramberî sîstemeke dagirker em tenê bibêjin ku zilmê li me dikin û em aştiyê dixwazin wê were wateya em têkoşîn nakin. Dîrokeke dirêj a têkoşîna jin heye, li hemberî sîstemên dagirker û cinsiyetparêziyê li ber xwe da ye û niha jî jin li hemû cîhanê têdikoşin. Jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi gelek şêwazan di nava xebatê de ye. Eger tu yek deqeyê li hemberî polîtka inkar û imhayê ya dewleta Tirk a dagirker tênekoşe, wê rehmetê li te neke.

Jinên siyasetmedar bi hiceta têkiliya wan bi Tevgera Azadiyê re heye û xizmeta wê dikin xistine zîndanan de. Sîstem di nava 24 saetan de mijûl dibe ku îradeya wan bişkîne û wan dûrî têkoşînê bike. Bi taybet li ser girtiyên siyasî yên nesaxiyên wan gelekî giranin şerekî taybet ê giran tê meşandin. Destûr nadin ku werin derman kirin, wan serbest jî bernadin û di aliyê manewî de rojane êrîşî wan û yên derdora wan dikin. Her wiha dayîkên temen mezin ku bi kopalan dimeşin rojane dikşînin lêpirsînê û wan ceza dikin. Aliyê civakî de jî pirsgirêkên exlaqî gihîştine asta ku ji bin kontrola civakê de derbikevin. Sîstem aliyê exlaqî û qanûnî ve destûr nade ku jin xwe biparêze, her tim jinê dixê rewşa ku bê parastin bimîne û rehet were qurtandin.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, jin weke xenîmeta şer tê dîtin. Saziyên Mafên Mirovan belge kirine ku çeteyên Tirkiyê bi hezaran jinên Efrînê revandine û heyanî niha çarenûsa 300 jinê ne diyare. Jinan bi darve dikin û hejmarek ji girtiyên jin cezayê giran xwarine. Jinên di girtîgehê de ne weke esîr nêzî wan dibin û her tim di bin navê disiplînê de wan ceza dikin. Çeteyên Tirkiyê bûne sedema qewmandina gelek buyeran. Çiqasî destdirêjî jin bikin, wê bikujin, birevînin û îradeya wê bişkînin ew qasî xizmeta Tirkiyê dikin. Ew çete şûna werin cezakirin têne xelat kirin. Kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef Ehmed El-Hayis ku bi navê Ebû Hatim Şeqra tê naskirin li zanîngeha Mêrdînê xwend û niha bûye berpirsyarê gurûpeke çeteyên Tirkiyê. Ebû Hatim Şeqra berpirsyarê zîndaneke Ehrar El-Şerqiyê bû, ew zîndan ji derveyî bajarê Helebê bû û di bin berpirsyartiya wî de bi sedan girtî hatine bi darve kirin, gelek jin û zarokên Êzidî revandine û gelek çeteyên DAIŞ`ê tevlî gurûpa xwe Ehrar El-Şerqiyê kirine. Ebû Hatim Şeqra niha xizmeta Tirkiyê dike û di bin ewlehiya wê de ye.

Sîstema ku polîtîka inkar û imhayê li ser gelan dide meşandin wê her tim armanca wê qirkirin be, ji sîstemeke wisa daxwaza aştiyê kirin wê were wateya teslîmiyetê. Jin ji bo hebûna xwe li hemberî van polîtîkayên qirêj biparêze divê her tim di nava têkoşînê de be. Hebûn xwe parastin e.