Meclisa Navçeya Dêrikê bi şêniyan re civiyan û xebatên saziyan ên 6 mehan nirxandin
Meclisa Gel a Navçeya Dêrikê bi armanca nirxandina xebatên 6 mehan ên saziyan civîneke li dar xist.
Bi sedan şêniyên navçeyê, hevserokên Meclisa Herêma Dêrikê Zelfa Mihemed û Ebdulherman Mihemed, rêveberên Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif, hevserokên komînan, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên hêzên Asayîşê û Trafîkê amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rapora xebatên 6 mehan a meclisa navçeya Dêrikê ji aliyê Hevseroka Meclisa Navçeya Dêrikê Dîlber Osman ve hate xwendin. Paşê jî deriyê nîqaş û nirxandinê li pêşiya beşdaran ve hate vekirin.
Hin beşdaran rexne li şaredariyê kirin ku li ser paqijî, sererastkirina riyan, nebaşbûna nan û kêmbûna avê nasekinin. Her wiha hate gotin ku di navbera saziyan de koordîne tuneye.
Hin welatiyan îşaret bi Muduriyeta Aborî ya Dêrikê kirin ku erka xwe ya kontrolkirina madeyan û buhayên wan, her wiha xerçkirina avê baş bi cih naynin.
Rêveberê Meclisa Kantona Qamişlo Mazlûm Yûsif axivî û got: “Meclisa kantonê wê li ser rexne û pêşniyaran bisekinin û heya karibin rê nedin ku kêmasiyên berê derketina dubare bibin.”






