Rojnameya Ronahî

Bîlançoya êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di şeva 12 Çileya 2024’an de, dewleta Tirk a faşîst careke din êrişî binesaziya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kir, di encama êrişên dagirkeriyê de stasyonên betrol, gaz, av û cihên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin. Herwiha bi 100’an gund, bajar û bajarok bê elktirîk û av man.

Dewleta Tirk a dagirker di şeva 12Çileya 2024’an de careke din dest bi êrişeke hovane li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kir, tevahiya binesaziya herêmê kir armanca êrişên xwe. Ji Dêrikê bigre hetanî Şehbayê tevahiya cihên xizmetguzariyê bûn armanca êrişên dagirkeriyê.

 Cihên hatine bombebarankirin wiha ne:

– Gundên Xirbet Şeala û Hirbil ên kantona Efrîn û Şehbayê hatin topbarankirin. Bi 2 roketan nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehbayê hat bombebarankirin.

– Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Xerbîsan ê Kobanê bi balafira bê mirov a bi çek hate hedefgirtin.

– Gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê hat topbarankirin.

– Stasyona petrolê ya li başûrê rojavayê navçeya Tirbesipiyê ya di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de hatin bombebarankirin.

– Bankeya çandiniyê ya li başûrê Tirbespiyê, devera navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk ên herêma Koçerat a Dêrikê de hat bombebarankirin.

– Navenda navçeya Eyn Îsayê.

– Stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsayê.

– Benda kontrolê ya li deriyê başûrê yê ketina Eyn Îsayê.

– Gundê Xalidiyê yê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê.

– Bajarokê Celebiyê yê 45 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê.

– Navenda Temwînê (Çavdêriya bazarê) ya li Dirbêsiyê.

– Cihê berê yê şirketa Lavarge ya fransî ya li rojhilatê Kobanê 3 caran hat bombebarankirin.

– Di êrişa bi balafira bê mirov a bi çek a li ser gundê Kerbetlî yê navçeya Dirbêsiyê  de jina bi navê Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wê Rojan (3) û Can (4) birîndar bûn.

– Stsayona ceyranê ya bajarê Kobanê.

– Gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê.

– Çewilka pez a li gundê Şêx Copan ê başûrê bajarê Kobanê hat bombebarankirin.

– Li devera navbera gundên Quneytra û Şaemsûr ê rojavayê Dirbêsiyê 3 cih hatin bombebarankirin.

– Nuqteya hêzên Şamê ya li gundê Şewarxe yê navçeya Şerayê 3 caran hat topbarankirin.

– Tîmên agirkujiyê yên hewl didan şewata ji ber bombebaranê ya li şîrketa Lavarge ya li Kobanê vemirînin, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

– Li navneda bajarê Kobanê embareke genim hat bombebarankirin.

– Li rojavayê bajarê Kobanê daristanek hat bombebarankirin.

– Di êrişa hewayî ya li dijî noqteya hêzên Şamê ya li gundê Dibane yê Qamişloyê de 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

– Stasyona kehrebeyê ya li navçeya Amûdê û gundê Kotihê yê rojavayê navçeyê hatin bombebarankirin.

– Rojnamevanan dîmenên cihê êrişa li Kobanê dikişandin jî hatin hedefkirin.

– Aşxaneya Dirbas a li Amûdê hat bombebarankirin û 2 karkerên bi navê Mihemed Xêr Şêxî (23) û Hisên Ayiş Hisên (45) birîndar bûn.

– Gundê Merkeba yê Amûdê hat hedefkirin.

– Şirketa Nêrgiz a li gundê Heremê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişloyê hat hedefkirin.

– Stasyona kerebeyê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.

– Depoyek li ser rêya balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrişê de zarokek bi navê Hêlîn Mihemed birîndar bû.

– Dibistana fêrkirina ajokariyê ya bajarokê Girbawî yê Qamişlo hat bombebarankirin.

– Kargeha çêkirina helawê û tehînê ya li rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.

– Stasyoneke petrolê ya li başûrê rojavayê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

– Benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xeznê ya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

– Cihê petrolê ya li gundê Xatûne yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

– Stasyona petrolê ya Ude ya li rojhilatê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

– Stasyona gazê ya sereke ya li Tirbespiyê 10 caran hat bombebarankirin.

– Benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê ya li gundê Kevirê Spî yê başûrê rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.

– Stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê hat bombebarankirin.

– Navenda petrolê ya li rojhilatê Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.

– Navenda petrolê ya li gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

– Navenda Siwêdiyê ya ku kehrebeyê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.

– Navenda Tifle ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.

– Stasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê ya li navbera Girkê Legê û Dêrikê 10 caran hat bombebarankirin.

– Gundên Eyn Deqnê, Minx û derdora navçeya Til Rifatê yên girêdayî Şehbayê hatin topbarankirin.

Êrîşên 15’ê Çileyê:

– Li navçeya Til Temir depoyên genim ên Um Kêf ên rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.

– Embarên genim ên li Um El-Kif ên li rojavayê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

– Li bajarê Qamişlo sitatoya elektirîkê hat hedef kirin.

-Li Dirbêsiyê statoya elektirîkê hat hedef kirin, di encama de karkerek bi temen 33 salî di hundirê stasyona belavkirina elektirîkê birîndar bû.

-Li dirbêsiyê hola Dilovan a dawatan jî hat tobarankirin.

-Bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve tên bombebarankirin. Herwiha destpêkê, depoyên çaksazkirina bîrên petrolê û stasyona kehrebê ya li bajarok hatin bombebarankirin.

-Li naverasta Qamişloyê li nêzî Çerxerêya Sonî û sûka navendî malek bombebaran kir.

-Dewleta Tirk avahiyeke li taxa Sîna ya li rojhilatê Qamişlo ya kantona Cizîrê topbaran kir.

-Dewleta Tirk a dagirker stasyona Udê ya petrolê û stasyona kehrebê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

-Balafirên dewleta Tirk a dagirker bîrên gazê li başûrê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bombebaran kirin.

-Dewleta Tirk a dagirker benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî gundê Şirk ê girêdayî herêma Koçerat a Dêrikê ya kantona Cizîrê bombebaran kir.

-Gundê Girbelet ê li herêma Koçeratê ya girêdayî bajarê Dêrikê ji aliyê balafirek bêfirokevan û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin.

-Dewleta Tirk a dagirker Li taxa Alaya ya bajarê Qamişlo ya girêdaye Kantona Cizîrê avahiyek bombebaran kir.

-Dewleta Tirk a  dagirker navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê bajarê Qamişlo ya girêdaye Kantona Cizîrê 3 caran bombebaran kir.

-Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Til El Werd û El Rebîat ên başûrê Zirganê û gundê Mihermele, Dada Ebdal, Bobî, Til Hirmil û Esediyê yên rojava û bakurê rojavayê Zirganê topbaran kir.

– Dewleta Tirk a dagirker li naverasta Qamişloyê li nêzî Çerxerêya Sonî û sûka navendî malek bombebaran kir.

-Dewleta Tirk a dagirker stasyona Udê ya petrolê û stasyona kehrebê ya navçeya Tirbespiyê bombebaran kirin.

-Dewleta Tirk a dagirker Stasyona petrolê ya li başûrê rojavayê navçeya Tirbesipiyê ya di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de carek din bombebaran kir.

-Dewlet Tirk a dagirker gundên Şexler a Jorîn, Zormixar û mezereya Ehmed Munîr ên dikevin rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran kir.

-Dewleta Tirk a dagirker kargeha gazê ya li gundê Girzîro yê Dêrikê yê kantona Cizîrê bombebaran kir.

-Herî dawî girtîgeha li başûrê bajarê Hesekê rastî êrişan hat. Di encamê de zirarên madî li avahiya girtîgehê bûn.