Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê nikarbin vîna gelên azadîxwaz bişkînin’

16/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Wê nikarbin vîna gelên azadîxwaz bişkînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku hêrsa wan li hemberî êrişên dagirkeriyê roj bi roj gurtir dibe û gotin; Bi zêdebûna êrişan em ê berxwedan û têkoşîna xwe zêdetir bikin.

Bi dirêjahiya şoreşa Rojava re, êrişên dewleta Tirk a dagirker nahtiye rewastandin, dagirkerî her car bi rêbazekî cûda û dijwartir êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Herî dawiyê jî di şeva 12 Çileya 2024`an de dewleta Tirk a faşîst careke din êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj bi rengekî dijwartir û birêbazên cur be cur êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker tu sînoran nasnake, binesaziya herêmê û hemû cavkaniyên jiyanî dike hedefgirtin. Armanca sereke ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker tunekirina aboriya herêmê û koçberkirina gelên wê ye, li hemberî wê jî berxwedana gelan û girêdana wan bi axê zêde dibe.

Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Welatiya bi navê Cîhan Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hêza Rêveberiya me hêris dibe û wiha got: “Heger dewleta Tirk a dagirker ji Rêveberiya me hêris nebaya êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk netanî. Herwiha her dem li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst wê berxwedana me biserkev e. Bela dewleta Tirk baş bizanibe ku em ê ji zarokê 7 rokî heta 70 salî têkoşîn ji bo axa xwe bikin û dev ji axa xwe bernadin, di heman demê de doza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin. Bêdengiya dewletên navnetewî li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêma me dide meşandin, da diyarkirin ku wan kilopa kesk jêre nîşan daye û hevkarên sûcên dewleta Tirk in, lê hêz û vîna me jî ji ya dewleta faşîst xurtir e.”

‘Bi zêdebûna êrişan em ê berxwedanê zêde bikin’

Di heman çarcoveyê de welatiya bi navê Behiya Hesen destnîşan kir ku bertekên gelan li hemberî dagirkeriyê gurtire û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bineszaî, cihên xizmetguzarî û tevahî çavkaniyên jiyanî dike hedefa êrişên xwe, çi bi tank û tobpan be çi bi balafirên bêmirov li ser me pêk tîne. Lê em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti çarî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker hêris nabin. Bi zêdebûna êrişan em ê berxwedan û têkoşîna xwe zêde bikin.”

‘Dema mijar dibe gelê kurd cîhan xwe keer û lal dike’

Di heman mijarê de welatiyê bi navê Emîn Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got:  “Qaşo Dewletên Navnetewî mîna Rûsiya û Amerîka li vir dimînin, lê bi êrişên dewleta Tirk re dengê xwe nakin û dema mijar jî dibe gelê kurd xwe ker û lal dikin. Dewleta Tirk dewletekî terror e û li hemberî êrişên wî dibêjin heta nefesa dawî em ê li ser piya bin û dijî sûcên Erdogan bisekinin. Şoreşa Rojava şoreşekî miroviyê ji bo miletê bindeste, ji bo ku gelên bi salan di taritiyê de jiyan kirine bixe roniyê, lê dewleta Tirk ji vê yekê hêris dibe naxweze gelê kurd û gelên bindest di nava ronahiyekê de jiyan bikin, lewma rojane êrişên xwe li ser me dewam dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.