Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3’ê Tebaxê birîna ixanetê

31/07/2018
in Uncategorized
A A
3’ê Tebaxê birîna ixanetê
Share on FacebookShare on Twitter

Êrîşa 3’ê Tebaxê çerxek û mîladek bêbext e, a ku ji bo Êzîdiyan fermana 74’ye. Êrişa DAIŞ´ê li ser Şingalê, dikeve sala xwe ya 4’an de, ev êrîş bi armanc tunekirina mîrateyên kurd û mirovahiyê pêk hate, her wiha bi vê qirkirinê, vîna wan bişikînin. Piştî 3´yê Tebaxê ji bo Êzîdiyan tu tişt nabe mîna berê, her mîna muhreke îxnetê di dîroka mirovahiyê de wê bimîne. Êzdiyan gotin ku dê wê 74 feramn ji bo Êzdiyan ya dawî be, ji ber bi saya YPG û YPJ me xwe birêxistinkir û hêza YBŞ û YJŞ’Ê avkir, emê ne mîna berê bê hêzin”
ŞEVEK TARÎ Û BÊBEXT
Welatiyê Êzdî bi navê T Ş di kampa Newroz de çîroka fermana 74’an bi keserk êş ji rojnameya vegot: “Di 3’ê Tebaxê de şevek tarî û bê bext çeteyên DAIŞ’ê êrîşî şingalê kir, qaşo pêşmerge parastina me bikin, lê bêyî ku guleyekê bi teqînin reviyan û me bê parastin hiştin. Nabera du satan de DAIŞ’ê Şingal dagirkir û fermana 74 li dijî Êzîdxaniyan bi xicera ixantê pêk anîn.”
MÎNA VÊ HOVÎTİYÊ TU PİRTÛKÎ DE NEBÛYE
T Ş bal kişand ser zehmetî û êş dema reviyan û wiha pêde çû: “Di tarîtiya şevê de em ji zilm û hovîtiya DAIŞ’ê reviyan, em rastî pir zehmetî û zordarî hatin, du rojan bê navber bi lingên tazî meşiyan. Me tî, birçî, nexweşî û tirs dît, her wiha ez û malbatên xwe li ser esasê ku pêşmerge werin me xilas bikin 4 rojan di newalekê de bêyî tiştek xwarin, vexwarin û razanmen, her wiha dayika min nexweşiya şekire; got min li vir bihêlin lê, qet wê nav destên xwîn mijan nahêlin. piştre me berê xwe da çiya bi hezarên mirovan ji ber ku hêza wan têrnedikir dayik, kal û zarokên xwe li çiya hiştin, her wiha pir jinên Êzdî da ku namûsa xwe biparêzin û nekevin destên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin. Ev hovîtî di kîjan kîtabê olî de nivîsye, ev ne tenê ferman bû ev çerxeya mîladek reş û bêbext bû.”
Jİ NERÊXİSTİNKİRİN KOMKUJÎ ZÊDEBÛ
Ev 4 salin ser fermana 74 an derbasbû lê, ku li Şingalê lêkolîn bêne kirin wê gorên komkujiyan bibînin, nêzî 47 nefrên ji me malbata min di destên DAIŞ’ê dîl hatin girtin ku heya zarokê17 rojî ji hovîtiya DAYIŞ’ê bê par nema. Lê di pêngava rizgarkirina Reqayê de ku QSD’ê beriya zêdeyî salekê destpêkiribûn gelek Êzdî ji destên çetyên DAYIŞ’ê rizgar bûn. Herger di wê demê mîna niha Şingal bi hêz û rêxistinkirî ba wê ev fermana bêbext bi serê me nehatibe.”
IXANET Û KOMKUJÎ YEK RÛNE
Ez wekî Êzdî ji hemû ol, netewî û ziman re rêzdariya min heye lê, dema DAIŞ’ê digot Êzdî kafrin, ma ew

xwedanê ku min daye ne hemû ol û netew û mirovahî daye, çima Êzdî ha, ev pirsa min ji hemû oldar û xwedî wijnadî reye. Lê yên ku alîkariya çeteyên DAIŞ kirin ku derbasî Şingalê bûn, ew ji DAIŞ’ê zêdetir sûçdarin û pêwîste bêne muhasebekirin.”
3’Ê TEBAXÊ BÊBEXTİYA MİROVAHİYÊ YE
Kirîd Umer bi temenê xwe 80 salî jî Şerfedînê hovîtiya DAIŞ’ê û rizgarkirina wan wiha vegot: “Ku min karîba ew şeva tarî ne hevok û ne jî pitûk têrêdike ku bêjim, roja 3’ê Tebaxê rojek tarî û bêbxtbû. Ev êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê weke berdewama fermana 73’an e, carna ez raman dibim û ji xwere dibêjim ku YPG û YPJ’ê me neparastibana û korîdora ewlehiyê ji mere venekiribane wê çi biserê me hatibe, bi say wan em ji qirkieinê xilas bûn, heya di oxisra parastina me de gelek keç û xort şehîd bûn. Ji bo ku em Êzdîxan layîqî fedekariya wan şehîdan bin, Şingaliyan xwe birêxistin û perwerde kirin, jiber yek ji sedemên vê sosrtê nerêxistinkirin bû, Lê fermana 74’an bi rêxisrin û hêza YPJ û YJŞ’ê wê ya dawî be, êdî bese ji dubarekirina dîroka îxanetê re.”
HECEYÎ ALÎKARİYÊ NE
Kirîd ser reşa kampê axaftina xwe bi dawî kir: “Rêxsiztina mirovahî nema mîna berê alîkariyê dike, her wiha di milê tendrustî de jî gelek hewcedariyên me hen gelek koçber hene pêwîstiya wan bi amelîyat heye.”
Jİ 12 HEZAR TENÊ 100 MALBAT MEN
Endamê Mcilsa Rêvebiriya Kampa Newroz Hadî Mixêbir ser reşwa kampê ev agahî dan: “Di destpêkê de zêdeyî 12 hezar malbatên Şingalê li kampa Newroz bi cih bûn, piştî YPG û YPJ û YBŞ Şingal ji çeteyên DAYIŞ’ê rizgarkirin gelek malbat vegeriyan warên xwe, ji bo wê nêzî 100 mal

bat li kampê mane. Ev 2 mehin ku rêxistina RS ji ber bi dawîkirina peyama wê bi kampê, her wiha ji ber piranî rêxistinê mirovahî berê xwe dane Kampên li Şehbayê, ji bo wê mîna berê alîkarî nayê kampê. JI bo wê daxwziya me ji Rêvebiriya Xweser ku alîkariya kampa Newroz bike.”
KAMP HEWCEDARÎ DERMANİN

Hadî bal kişand ser pêwîstiyên kampê û wiha got: “Kamp hewcedarî pêwîstiyên jiynê ye, bijîkên jin û giştî jî hene, lê di milê derman de kêmanî heye tenê dermanê sivikin, lê dermanê şekir, dil, fişar tuneye, her wiha şîrê zarokan heye. Di milê ceyran, av û xaz di kampê de başe.”

Melek DEMÎRTAŞ

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.