Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dagirkeriya Tirk nikare vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bişkîne’

14/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Dagirkeriya Tirk nikare vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bişkîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Meclisa Cîbicîkar a Kantona Cizîrê têkildarî berdewamkirina êrîşên dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê daxuyaniyeke bi nivîskî dan. Meclisê ji bo heman mijarê anî ser ziman ku dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe nikare vîn û hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne.  

Bi armanca şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirk û êrîşên li ser gel û binesaziya hrêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Meclisa Cîbicîkar îro daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî bû, hemû endam û rêveberên desteyên Rêveberiya Xweser tevlî  daxuyaniyê bûn û naveroka wê jî wiha bû:

Di destpêka daxuuaniyê de bal hat kişand li ser êrîşên dagirkeriya Tirk yên dawî û berdewamiya van êrişan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha hat gotin:“Qirkirina ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, balafirên wê şevên înê û şemiyê binesazî, navendên xizmetguzarî û jiyanî yên gundewarên Dêrikê bombebaran kirin. Herwiha Terbesbî, Rimêlan, Çil Axa û vê sibê jî li Eyn Îsayê û dirbêsiyê hatin bombebaran kirin, di encama bombebaranê de saziyên xizmetguzariyê yên ku av, elektrtîk û çandiniyê  tevahiya herêmê dabîn dikin ji xizmetê hatin derxistin. Ev kiryarên hovane hemû yasa û peymanên navdewletî binpê dike. Herwiha dagirkeriya Tirk bi riya kiryarên xwe ewlekarî û aramiya herêmê û pirojeya demokratîk dike armanc. ”

‏ Meclisa Cîbicîkar a  Kantona Cezîrê di derbarê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê de wiha got: “‏ Hikûmeta Erdogan hewl dide Faşîzma xwe weke serkeftinekê li pêşberî raya giştî ya Tirkiyê ya ku di rastiyê de di nava krîzên navxweyî û aborî de ye derbas bike, nîşan bide û wan krîzên hundirîn çareser bike. Ev êrîş û siyasetên dijmirovî wê hêz û îradeya gelê me neçewisîne û bi hemû pêkhateyên xwe ku bi projeya xwe ya demokratîk li hember dagirkerî û terorê ber bi pêş ve biçe, û parastina destkeftiyên wê û pûçkirina plan û siyasetên koçberkirin û guhertina demografîk bişkînin.”

Meclisa Cîbicîkar a  Kantona Cezîrê di dawiya daxuyaniya xwe de  wiha banga xwe anî ser ziman û got: “Em van êrîşên ku ewlehiya herêmê dike hedef, şermezar dikin û em bang li hemû hêzên çalak ên li Sûriyeyê, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku erkên xwe bi cih bînin. Tawanên ku dewleta Tirk dike, sûcên şer yên li dijî mirovahiyê ne û da ku dewleta Tirk a dagirker berdewam neke û terorîzm, destdirêjiya wê rawestîne pêwîste tedbîrên xweparastinê were girtin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyan dikin ku sîstema xweparastinê pêş bixin, li dora saziyên xwe bicivin û destkeftiyên xwe biparêzin.

‏ Herwiha bi yekîtiya pêkhateyên herêmê, hevgirtin û îradeya wan, pîlan û şerên sîstematîk ên tunekirinê têk diçin, em tekez dikin ku wê vîna gelan û projeya demokratîk bi ser bike. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.