Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê daxuyaniyek da û bang li civaka navdewletî kir ku li hember çeteyên DAIŞ’ê bikevin nava tevgerê û jinên Siwêda yên ku DAIŞ’ê revandine rizgar bikin. Kongreya Star diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo maf û azadiya hemû jinên Sûriyê bê navber berdewam bikin.
Kongreya Star a Hesekê bang li civata navdewletî kir ku bi lez li hember çeteyên DAIŞ’ê bisekinin û jinên Siweydayê yên ku hatine revandin rizgar bikin. Kongreya Star her wiha soza berdewamkirina têkoşîna rizgarkirina hemû jinên Sûriyê da.
Dehan endamên Kongreya Star a Hesekê li ber Navenda Kongreyê li taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê kom bûn û ji bo şermezarkirina kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî jinên parêzgeha Siwêdayê daxuyanî dan û banga rizgarkirina wan kir.
Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Evîn Paşo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“DAIŞ’a terorîst ji destpêka ku ava buye hemû netew û olan hedef digire. Herî dawî, di 25’ê Tîrmehê 2018’an de êrîşek berfireh li ser parêzgeha Siweydayê û gundewarên wê pêk anî. DAIŞ’ê di êrîşên xwekuj de sedan sivîl, jin û zarok qetil kirin. DAIŞ’ê xwest bi van êrîşan ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û têkçûna xwe li Sûriye û Iraqê veşêre.
Ev êrîşa li ser Siwêdayê, êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, revandina jinên Şengalê tînin bîra mirov. Îro ev yek li ser jinên El-Siweydayê dubare bû.
Em weke Kongreya Star a bajarê Hesekê van êrîşan şermezar dikin. Em bang li civata navdewletî dikin da ku bi erka xwe rabin û hemû Jinên Durzî bi lez ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Em weke tevgerek jinan soz didin ku ji bo mafên jinan û avakirina jiyanek azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.”






