Rojnameya Ronahî

Wêjeya şoreşê…(4)

Elî Roj

Ew gihiştina wê baweriyê ku tenê di warê leşkerî, siyasî û abûrî de ew nikarin bandora xwe li ser gel bidin meşandin, ji ber vê yekê dixwazin şerê bîrdozî, hişmendî û çandî li ser gel bimeşînin.  Modernîteya kapîtalîst û dewleta netewî di riya bîrdoziya xwe ya lîberalîzmê dixwazin tevahî reng, teşe, çand û zimanên cûrbercûr di nava pergala xwe de bihelînin û tenê çand, ziman û bîrdoziya xwe li ser hemû civakan serwerbikin.

Ji bo ku vê di nava civakê de pêkbîne, êrîşî çanda gelan a resen dike û roj bi roj di çav û hişên mirovan de wê çandê piçûk û bê qîmet dike. Hemû derfet û imkanên heyî ji bo pêkanîna vî tiştî xercdike, bi riya şerê taybet û derûnî, civakê dike mîna robotan û hestên civakê ziwa dike.

Di vî warî de mirov dikare bibêje wêje bê şoreş nabe û şoreş jî bi wêjeyê tê nasîn û armancên şoreşê bi wêjeyê dikarin mayend bibin û bibin malê civakê. Her netewek li gorî berhemên xwe yên wêjeyî dikare jiyaneke çawa armanc dike bide nasîn. Wêje îfada herî baş ya şoreşê ye. Şoreşek bi qasî ku xwe di milê edebiyatê de têr û tijî bike, wê gavê dibe malê civakê. Şoreş jî bi riya edebiyatê xwe ji gel û cîhanê tevahî re dide naskirin. Ji ber ku wêje erkê wê ew e ku şoreşê bi berhemên wê mayinde bike û hemû kêliyên berxwedan û tekoşîna ku şoreşê bi xwe re derxistiye holê li ser rûpelên dîrokê zindî bihêle.

Lewre şoreş xeyal û jiyaneke çawa hedef dike, wêje dikare bi awayekî sade birsiva vê yekê bide. Nivîskarekî Latîn Amerîkî, Ernesto Sabato dibêje “ Heger hûn nehêlin mirovek xeyal bike, ji xeyalên wî re astengiyan derxin, ew dê dîn bibe. wêje her tim dijber û li hemberî tiştan derketin e. wêje di serê her tiştî de çalakî ye. Berxwedana mirovan ya ji astengan û ji dînîtiyê xilas kirin e. Di rewşên giran de hunermend hatine qedexekirin, lê wêje hêza herî xurt dimîne.” Şoreş û wêje dihêlin ew xewnên ku têne behskirin bêne pêkanîn û civakeke etîk û estetîk pêkan be. Bi wêjeyê mirov dikare her rastiyên hatine jiyîn bi awayekî sade bîne ser zimên. wêje dihêle ziman jî pêşbikeve û çanda civakê ji kokê ve bê parastin.

Berevajî vê yekê armanca modernîteya kapîtalîst û dewlet netewan ewe ku serdestiya xwe li ser fikir, hizir û hişmendiya mirovan bidine meşandin û civakeke bê vîn û bê paşeroj û pêşeroj  avabikin.

Ji milekî din ve jî derûniya civakê serobino dikin û hemû cûreyên şeran li ser civakê didine meşandin û di cewherê xwe de dixwazin civakê tevahî di nava pergala xwe de bihelînin û bi riya vê yekê hest, xeyal û hizrên azad dîl bigrin. Bêguman dema ku wêjeya şoreşê bi hest, xeyal û asoyên tijî û dagirtî xwe bilêvbike, wê gavê şoreş wê tim di hiş, bîr û dîroka gelan de zindî bimîne. Bi qasî ku şoreş gava herî sereke ye ji bo avakirin û azadiya civakê, di heman demê de wêjeya şoreşê jî rastiya şoreşa heyî temam dike û agirê şoreşê hîn bêtir geş dike û di nava civakê de vîn û hestekî azad dide avakirin. Li gorî vê yekê çawe ku di qada şer û cengê de qehremanên şer û lehengên ku di çeperên şer de muhra xwe li dîrokê didin hene û hertim cihekî wan di hiş, bîr û dilên gelan de dimîne. Bêguman wêjevanî û wêjeya şoreşê jî mîna wî lehengê şer û cengê bi pênûsa xwe heman erkê digre ser milên xwe û rastiya şoreşê kêlî bi kêlî û gav bi gav li ser bîra mirovahiyê û dîrokê xêz dike û şûna xwe dihêle.