Rojnameya Ronahî

Çareserî bi ramanên Rêber Apo re pêkan dibe

Fener..

Idrîs Henan

Guhertina hiş têgeheke nû a hevdem e ku berhema reftar û çalakiyên mirov yên neaqilane bi teknelojiya Internêta modern re pêkan kirine. Naverok û cinsê xizmeta têye pêşkêşkirin çi dibe bila bibe, dixwaze negetîv an posîtîv be, di encamê de mirovan ber tenatiyê ve dibin. Lew re jî jê re dibêjin; dunyaya Ferazî ku fikrîna mirovan di qefesa xeyalên beredayî ya cihana sanal de, li dûrî realîteya jiyanê, esîr digire. Em dikarin bi awayekî din jî bibêjin; teknelojiya îro bûye amûreke sereke ya mayîndekirin û domandina desthilatdariya zayendperet a hişmendiya zilamperest, pala xwe daye zor û şîdetê. Ango, bi wê amûra nerim şîdet, kuştin û qirkirinê rewa dikin, tunekirin û kolekirina gelan jî normalîze dikin. Lew re jî bêhelwesbûyîna li beramberî vê amûra nerim a desthilatdariyê isbat dike ku veguheriye navendeke êrişên şerê taybet a psîkolojîk. Bi internêtê re jî, çandeke ku bi lez û bez diguhere hatiye afirandin. Em dikarin bibêjin ku teknolojî ji bo teşekirina çanda me ya îroyîn, bûye alîkar. Mînakên wê jî gelek fîlm û berhemên navenda hegemonîk ên weke Termînator û .. hwd hene. Tam berovajî hişmendiya berê ku digot, çand têknolojiyê diafirîne. Bi gotinek din, teknelojiya îro bi destê hegemoniya global ku navenda desthilatdariyê û kolekirinê ye, li ser bingeha çînayetî, koletî, bindestî, zayendperestî û lîberalîzmê têye pêşkêşkirin, armanca wê ya sereke jî, xesibkirina çandî û homojenkirina civakê ye. Jin û ciwan jî di navenda hedefgirtina wê de ye.

Bê guman herî zêde jî mirovê îro, bi taybet beşa jin û ciwanan, bi heyînên fena Tîktok, Facebook, Instigram, Wahtsapp, … hwd re kilît kirin e. Ne şaş be jî herî zêde programên ku zêde dîmen û wêneyên mirovan bikar tînin, ku xîtabî ruhê takekas dikin, tên bikaranîn. Ev yek tercîha mirovan a azadiyê binax dike û di tunela reş a ajoyan de dizivirîne. Ango; jiyaneke wisan, di serî de, destwerdana azadiya mirovan, xisûs, û şêwazê jiyanê û civakbûyê dike. Lew re jî; bi zorê me tûşî hinek bijardeyên hatine veqetandin dike. Mînak; em çi bixwînin, em çi bixwin, em çi vexwin, çi bikirin, …. Hwd. Yanê zewqê giştî tayîn dike û civakê li gorî hinek pîvanên serdestiya mutleq di çînatiyeke xapînok de dide pêşkêşkirin. Li ser bingeha vê nerastiya berdayî, bêkokbûnê esas digire û mirovan ji damaran ve hildiqetîne û weke heyberekî cerbandinê ya labratwaran digire dest. Jinan tûşî fihûşê dikin û ciwanan krîmînalîze dikin. Bi vê Aawayî jî dilê civakê yê lêdide ji nav dibin û destser dikin. Ev yek deriyê civakeke jihevketî û ne lirê vedike. Ango; civakeke yekrengî ya pala xwe daye kuştin, qirkirin, şîdet û tunehesibandinê ya homojenkirî dide avakirin.

Çareseriya maqûl û guncaw jî di gotina Rêber APO de ye, Her tişt li ser koka xwe hişîn tê. Yanê pêwîste mirov li dîrok û çanda xwe ya resen vegere û xwedî lê derkeve ku ji asîmîlasyonê biparêze û li cihê wenda kiribe li çareseriyê bigere. Normên civakbûyînê di nav rêxistinbûyîneke qewîm de biparêze û lêgerînên xwe yên azadî û demokrasiyê zêdetir bike. Her wiha, fena Me`yên Înnanayê lazime nirxên mirovahiyê werin zindîkirin û di çarçoveya jiyana xwezayî ya dayîksalarî de, posîtîvên teknelojiya heyî ji bo jiyaneke azad werin çewisandin û bikaranîn.  Yanê çareserî bi jiyanîkirina ramanên Rêber Apo re pêkan dibe.