Endama Koordînasyona Kongra Star li Kampa Serdem Galya Mihemed da zanîn ku yek ji taybetmendiyên êrişîn bi ser Efrînê ve hatine, hedefgirtina kesayeta jin bû. Galya got, “Dewleta faşîst a Tirkiyê dixwest di şexsê jina zana û pêşeng a Efrînê de hemû jinên ji bo azadiya xwe têdikoşin têk bibe. Armanca dewleta Tirk ew bû ku jina zincîrên koletiyê bi şoreşa Rojava re qetandiye, ji nû ve weke kole û eşya li bazarên koledariyê bifiroşe. Dewleta Tirk ji jinên ku xwe di bin siya felsefeya Rêber APO de birêxistin kirine ditirse. Ji ber vê jî di serî de êrişî jin û ciwanan dike.”
RÊ LI BER
KEYSBAZAN HAT
GIRTIN
Galya xebatên Kongra Star li Kampa Serdem ji me re nirxandin û ev tişt anî ziman: Berê de Kongra Star li Efrîn û Şehbayê xwe birêxistin kiribû. Çawa ku gelê me hate Şehbayê, derbasî nava gel bû û ne hişt armancên dijmin ên herifandina hevgirtina civakî pêk werin. Li Kampê jin di hemû komîn û komîteyan de cih digire. Gelek jinên ku li Efrînê cihê xwe di nav kar de ne girtibûn, piştî dagirkirina Efrînê pir çalak derbasî nava kar bûne.
Galya dibêje: Di encama dagirkeriyê de gelê me li van herêman valatiyeke mazin dijî. Fêr nebûye ku di cografiyeke wiha teng de tevbigere. Ev jî dibe sersebebê hinek pirsgirêkan. Keysbazên şeran, şert û encamên koçberiyê bikar dianîn. Hewl dan hişmendiya zewaca biçûk û jina duyemîn zindî bikin. Heya niha li Kampa Serdem du pirsgirêkên zewaca biçûk derketine. Gel ji ber agahiyên destdirêjiya li ser jinê li Efrînê ditirsiya jin bikeve destê çeteyan. Ji ber vê jî carinan jin biçûkî didan mêr. Lê Kongra Star bi hemû sazî û rêxistinên xwe, bi şev û roj nava tevgerê de bû. nehişt ev rêxistinbûna jinê hilweşe. Pirsgirêkên ku derdiketin bi nîqaş û civînan dihatin çareserkirin.
JIN ABORIYA XWE BI RÊ VE DIBIN
Galya destnîşan dike: Rêxistina Kongra Star ji bo ku rê li ber pirsgirêkan bigire û jinan aktîv bike, gelek proje pêşxistin. Li Kampa Serdem van rojan wê sûka jin bê vekirin. Kargehên dirûnê, berberiya jinan, colfiroşî û gelek dikanên pîşeyên dîtir hatine vekirin. Wê jin bi van karan re aboriya xwe bi rê ve bibe û wê rê li ber pirsgirêkên civakî jî heya radeyekê bê giritin. Galya ji bo demên pêş jî got: Em ê di van rojên pêşiya me de dest bi perwerdeyan bikin. Wê di van perwerdeyan de lêkolîn û nerîna serokatiyê derbarê jinê de bi awayê sînefizyon bên dayîn.
JIN 24 SAETAN
DIXEBITIN
Galya da zanîn ku jina Efrînê li Şehbayê niha gihaye wê baweriyê ku; bila jin ji bo azadî û rûmeta gelê xwe şehîd bikeve, ji jiyana nava dagirkerî û nexweşiyên modernîteyê baştir û bi şereftir e. Galya ev tişt anî ziman: Niha di nav komînan de komîteya jin heye. Çi gazin, pêşniyarên çareseriya pirsgirêkan û çawaniya berxwedanê hebin tên nîqaşkirin. Ango 24 saetan em bi jinan re di nava têkîliyê de ne.
Endama Koordînasyona Kongra Star li Kampa Serdem Galya Mihemed dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku; serî ji neyar û dijminan re netewînin û got: Pêwîste jin têgihaştin û rêxistinbûna xwe zêde xort bikin. Bila guh nedin agahiyên derew yên ji Efrînê tên. Li hemberî destdirêjiya li Efrînê ya li ser jinan pêwîste jina Efrînê serî hilde…
Şîlan XOCE






