Rojnameya Ronahî

Li  Efrîna dagirkirî revandina jinan sûcê şer e!

Zozan Cizîrî

Bi taybetî ji 18’ê Adara 2018’ê ve piştî Efrîn ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin, roj nîn e jin, zarok, ciwan, extiyar neyên revandin, neyên zîndanîkirin, neyin êşkencekirin û neyên qetilkirin. Di vê wateyê de şerekî cidî yê li dijî civakê mijara gotinê ye. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê roja 11’ê Çileyê ango duh jî nûçeyek belav kir ku, ev 10 roj in du xuşkên bi navê Henîfe û Zeynep Silêman Silêman ji gundê Goliya Jorîn a navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatine revandin. Li gor agahiyên vê Rêxistina Mafên Mirovan dayî, her du keç ji mala wan ber bi cihekî nediyar ve revandine û aqûbeta wan hîna jî nayê zanîn.

Di cîhanê de ji ber sedemên cur bi cur şerên diqewimin, jin tim di pozîsyona duyemîn de wekî stratejiyeke şer, heta wekî çekekî şer tên bikaranîn. Wekî tê zanîn şîdeta li hemberî zarokên keç û jinan; bi rengê îstismar û destdirêjiyên cinsî, fizîkî û hestiyarî, di temenê biçûk de bi darê zorê zewicandin, her wisa bazirganiya însan û karkeriya seksê, kuştinên bi navê namûsê, sinetkirina jinan, di nav şer û pevçûnan de îstismara cinsî ya sîstematîk û hwd. tev dikevin nav çarçoveya şîdeta li ser jinan. Bi taybetî li Efrîna dagirkirî revandina her du xuşkan careke din eşkere kir ku, li herêmê şerekî bêkontrol, hilweşîner û şîdeteke tirsnak li ser jinan heye. Yanî dewleta Tirk hîn jî plana xwe ya qirkirinê û guhertina demografiyê ya li ser Efrînê didomîne.

Neteweyên Yekbûyî ku di mijara şerê navbera Rûsya-Ûkrayna de dem bi dem raporan diweşîne û di mijara îstismarkirina jin û zarokan de hişyariyan dide, mixabin di mijara kiryarên ne-mirovî û sûcên şer ên çeteyên dewleta Tirk li ser herêma Efrînê û giştî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, xwe li ker û laliyê datîne. Wekî gelên vê herêmê di hemû çalakiyên xwe yên civakî de dibêjin, “bêdengî erêkirin e”; li vir hêja ye em careke din ji hemû saziyên mafên mirovan ên navnetewî yên cîhanê bipirsin, aya ji ber we ev qirkirin û şîdeta li ser jinan erê kiriye lewma hûn dengê xwe dernaxin? Eger çavên xwe li van sûcên şer ên li herêma me bi destê çeteyên dewleta Tirk tên pêkanîn digirin û tu helwesteke mirovî raber nakin, diyar dibe ku ew jî şirîkê van sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Li herêmeke şer têde heyî gava jin tên revandin, di kesayeta jin-keçan de ya tê revandin esas rûmet û kerameta civakê ye. Bi gotineke rast, êrîşeke herî xedar û bêexlaq a li ser civakê ye. Di vê wateyê de revandina her du xuşkên bi navê Henîfe û Zeynep Silêman Silêman, sûcê şer ê li hemberî hemû jinan û gelê Kurd e. Îro taybet ji bo me Kurdan roj roja şeref û namûsê ye, roj roja xîret û kerametê ye. Li ser vê bingehê xwedîderketina li herdu xuşkan xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe ye.