Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dewleta Tirk dixwaze bi êrişan pêşî li têkoşîna li dijî terorê bigre’

13/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Dewleta Tirk dixwaze bi êrişan pêşî li têkoşîna li dijî terorê bigre’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide xetereyên mezin li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêke. Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dawiyê yên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên sûc li dijî herêmên me didomîne, navendên xizmetguzariyê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin. Armanca van êrişan diyare ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.

Êriş berdewama xeta qirkirin, koçberkirina şêniyan û valakirina herêmên me ye. Ev siyaeteke qirêje, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin. Em diyar dikin ku divê ev êrişên li ser herêmên me werin sekinandin. Her wiha em diyar dikin ku encamên êrişan li ser tevahî herêmê xetere ne û xizmeteke bê berdêl ji bo vegera terorê ye. Di heman demê de hewldanek ji bo pêşxistina nakokiyên etnîke ku Tirkiye heta vê kêliyê nekariye derxe. Tirkiye bi awayekî aşkere dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê rû didin bigire û dek û dolabên xwe li dijî gelê me pêk bîne. Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.

Em bang li tevahî hêzên çalak ên li Sûriyeyê dikin ku xetereya van êrişên ne rewa û encamên wê yên neyînî Ii ser hewldanên peydakirina îstiqrarê li herêmê nas bikin. Her wiha ev êriş, li ser xebatên birêxistinkirina civakî û peydakirina çareseriyeke demokratîk li herêmên me û hewldanên tunekirina terorê û fikrê tundraw gef in. Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.

Em bi gelê xwe bawerin ku armancên êrişan û siyasetên dijminane yên li dijî herêmê nas bike. Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin. Ji bo parastin û serkeftina projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan, jiyana hevbeş, erkên xwe bînin cih. Projeya gelê me, vîn û îsrara wê rêya ber bi serkeftinê ye û têkbirina tevahî projeyên qirkirinê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.