Rojnameya Ronahî

Çalakiya Dîlên Azadiyê di roja 48’an de didome

Çalakiya Girava Birçîbûnê ya Dorveger ku di 27’ê Mijdarê de, bi armnca tevlîbûna pêngava  cîhanî  ya azadiya Rêber Abdullah Oaclan li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 48’an de berdewam e.

Di çarçoveya piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan, herwiha bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê,  li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 9’an de dewam dike. Li gorî agahiyan bi giştî li 104 girtîgehan girava birçîbûnê tê meşandin.Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an  de pêngava cîhanî  ay bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ’ destpê kir. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û kesayetên azadîxwaz tevlî kampaniyê bûn.