Nivîskar û dîroknas Mehrdad Îzady, îdîa dike ku hê berî niha bi 200 salî Kurd, -bi giranî;- bi ola Êzidîtiyê, Elewî û Yarsanî ve girêdayî bûne, lê ji ber qirkirin û bi zorê ferzkirina misilmantiyê, îro nûfusa wan gelek kêm maye.
Mixabin; em neçarin diyar bikin ku di gelek fermanan de serwerên Kurdên Sunnî cîhê xwe girtine. Lê Osmaniyan ev komkujî sîstematik meşandine.
Ev çawa bûye?
Dema ku em hinek ji wan Fermanan rêz bikin:
“906: Waliyê Mûsilê Hemedanî hezar malbatên Êzîdî qetil kir.
980: Hêzên desthilatdar ên li Mûsilê êrîşî Êzidiyan kirin û komkujî pêkanîn.
1107: Nêzî 500 hezar kes ji aliyê artêşên Îslamê ve hatine qetilkirin.
1245: Mogolî li Şehrezor, bi hezaran Êzidî qetil kirin.
1254: Begê Mûsilê Bedreddîn Lûlû, di êrîşa li ser herêma Şêxan de hezaran Êzidî qetilkirin.
1221: Şêx Hesen hat revandin û darvekirin.
1415: Êzidî ji aliyê misilmanan ve hatin qetilkirin.
1640-1641: Melik Paşa yê Waliyê Amedê- Osmanî, êrîşî Şengalê kir komkujî pêk anî.
1647-1648: Waliyê Wanê yê Osmanî êrîşî Şêxan kir û komkujî pêk anî.
1715: Waliyê Bexda yê Osmanî êrîşî Şengalê kir, Êzidî qetil kirin.
1733-34: Paşayê Osmaniyan Ehmed Paşa li herêma Şengalê komkujî pêk anî.
1752-1753: Silêman Paşa êrîşî Şengalê kir, Êzidî qetil kirin.
1767-68: Waliyê Mûsilê yê Osmaniyan li Şengalê komkujî pêk anî.
1770-71: Osmaniyan li Şêxan komkujî kirin.
1773-74: Waliyê Mûsilê herêma Şengalê xera kir.
1779: Osmaniyan êrîşî Şengalê kir û gelek Êzidî qetil kirin.
1785: Waliyê Mûsilê yê Osmaniyan Ebd El Baqî êrîşî Êzidiyan kir.
1786-87: Waliyê Amediyê yê Osmaniyan êrîş bir ser Êzidîyan.
1789-90-92: Eşîra Teyy a Ereb êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî.
1792-93-94: Waliyê Mûsilê Muhammed, êrîşî Şengal û Mîhîrîkan kir.
1794-95: Silêman Paşa yê Bexdayê herêma Şengalê hilweşand û talan kirin.
1799-1800: Ebd el Ezîz Teyy li Şêxan 25 gundên Êzidiyan şewitand û wêran kir.
1802-1803: Waliyê Mûsilê Elî Paşa êrîşî Şengalê kir.
1809-1810: Waliyê Bexda Silêman Qatil êrîşî Şengalê kir; Balad, Şengal, Mîhîrkan talan kir.
1832: Bedirxan Beg êrîşî herêma Şêxan kir. Heman Bedîrxanî piştî 12 salan vê carê êrîşî Êzidiyên Tûrabdînê kir.
1832-33-34: Mîr Mihemmed Rewanduzî êrîşî Êzîdiyên li herêma Akrê û Şengalê kir.
1836: Waliyê Amedê Reşîd Paşa-Osmanî erîş bir ser Êzîdîyên Xerzanê.
1838: Hafiz Paşayê Osmanî êrîşî Şengalê kir.
1846: Waliyê Mûsilê Tayyar Paşa êrîşek bir ser Şengalê.
1853-1856: Êzîdiyên ku alîkariya Yezdanşêr kirin hatin qetilkirin.
1856: Êzidiyên li Dêrsimê di aliyê Osmaniyan de rastî komkujiyê hatin.
1872: Waliyê Bexda Mithat Paşa êrîşî Şêxan kir.
1877: 3 hezar Êzidiyên Xerzanê ji aliyê Osmaniyan ve hatin qetilkirin.
1879: Eşîra Sîpka sirgûnî Qersê û Qafqasya hatine kirin.
1890: Êzidiyên Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin.
1892: General Emer Wehbî Paşa, li ser Êzidiyan komkujî pêkanî. Êzidî neçar man bibin misilman. Alavên wan yên pîroz desteserkirin.
1911: General Farûq Paşa komkujî li ser Êzidî, Ermenî, Nastûrî û Qizilbaşan pêkanî.
1914-1918: Êzidîyên ku 20 hezar Ermenî li Şengalê de parastîbûn ji aliyê Osmaniyan ve hatin qetilkirin. 1918: Êzidî ji ber komkujiyên Osmanî reviyan Ermenîstanê.
1940: Leşkerên tirk li Hezexê 29 Êzidî kirin şikeftekê û ew bi zindî şewitandin.
2007: Li Siba Şêx Xidir û Tilezer Êzidî hatin qetilkirin. 2014: 3’yê Tebaxê êrîşa hovane ya DAIŞ’ê û jenosîda Êzidîyan. Bi sedhezaran Êzîdî neçar man Şengalê terk bikin.”
Bi hêvîya ku êdî tevahî Kurd êşên Êzidiyan di nav dilê xwe de bi kûrahî hîsbikin û bijîn…
Qasim ENGÎN