Rojnameya Ronahî

Xelata wêjeyî ya Kurdan tune ye… wêjevanên Kurd bê xwedî ne..!!

Kemal Necim

Li gelek welatên cîhanê, bi armanca geşpêdana tevgera wêjeyî û têvedana daner û nivîskar û wêjevana ber bi dahênan û nivîsîn û afrêneriya wêjeyî, xelatên salane yên wêjeyê ji bo kesekî yan hin kesan têne dayin. Helbet li cîhanê pir cureyên xelatan ku ji bo afrêneriya di qadên cuda de hene, lê mijara vê nivîsê bi taybetî xelatên wêjeyî ye, ango xelatên ku ji bo berhemên wêjeyê û danerên berhemên wêjeyî têne dayin.

Niha li seranserî cîhanê zêdetirî 500 xelatên wêjeyî yên navdar hene, ku xwedî dîrokeke berdewam in, ji bo warên afrandinên wêjeyî yên weke roman, çîrok, kurteçîrok, helbest, senaryoya şanoyê, rexne û wêjeya zarokan, tên dayîn. Ev hejmar tenê hijmara xelatên saziyên navdar in, yan ên xwediyê dîroka payeblind in û di qada navdewletî de navdar in û nirxê wan ê sembolîk ê giring heye, yan xelatên ku nirxên wan ên diravî pir bilind e. Ji wan xelata Nobelê ya Wêjeyê ye ku di sala 1901`an de hatiye damezrandin û ya herî navdar û herî mezin e û nirxê wê mîlyonek Euroyî zêdetir e. Her wiha pir xelatên din ên navdar hene mîna Xelata Akutagawa ya Japonî ku di sala 1935`an de hatiye damerzrandin, her wiha madalyayên Zêrîn ên Akademiya Huner û Wêjeyê ya Amerîkî, ku di sala 1915`an de hatiye damezrandin.

Pir diyar e ku ev çanda xelatkirin û rêzgirtina wêjevanan û berhemên wêjeyî mifayeke mezin daye qada wêjeyê û bûye eger pêşketin û geşedana wêjeyê û têvedan û pêşbirka di navbera wêjevanan de. Her wiha ev çand dibe navgînek di navbera xwêner û berhema wêjeyî de ku bi rêya xelatê û çalakiyên girêdayî wê çavên xwêneran li berheman vedibe. Ji ber ku di pêvajoya xwendin û nirxandina beremên wêjeyî ji hêla komîteyên xelatê de gelek berhemên winda û ne li ber çavan xuyan dibin û dikevin ber çavên xwêneran, bi taybet dema ku pêşlîsteya berhemên ku dê têkevin pêşbaziya wergirtina xelatê derdikeve, ev lîste rê dide ku carna nêzî 100 berhemên wêjeyê derkevin ber roniyê û ber çavên ragihandinê û xwêneran, her wiha deriyê li ber berheman vedike ku ji bo zimanên din ên cîhanî bêne wergerandin.

Ji xwe em pir pêde naçin û hîn zêdetir behsa girîngiya xelatên wêjeyî nakin. Lê mixabin di nava vê xirecir û kefteleftê de wêjevanên Kurd û berhemên wêjeyê yên Kurdî sêwî û bê xwedî ne. Cihê dax û mixbiniyê ye ku xelateke wêjeyî ya hêja û bilind û bi nirx li ser asta Kurdistanê tune ye. Bê guman hin destkeftiyên netewan girêdayî hebûna statû yan dewleta wê netewê ne, lê hin destkeftî dikarin bêyî wê jî pêk bên. Ji xwe bi kêmanî li sê parçeyên Kurdistanê derfet û karîn û şiyana damezrandina xelateke payebilind û binirx heye, lê diyar e ku ew hişyarî û hestyariya girîngiya wêjeyê li ba netewa Kurd hîna qels û lawaz e, ev rewş pir caran dibe sedem ku beşek ji nivîskarên Kurd berê xwe bidin dahênan û nivîsîna bi zimanên din, bi taybet zimanên dewletên serdestî welatê Kurdan da ku karibin ji xwe re pencereyekê bibînin û afrênerî û behremediya xwe bidin nasîn ku xwendin yan jî carekê ji caran xelatekê wergirin.