Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Sûriyeke demokratîk bê ava kirin

31/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê Sûriyeke demokratîk bê ava kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê li Şehbayê Eladîn Xalid destpêkirina diyaloga MSD’ê bi rêjîma Sûriyê re erênî nirxand û diyar kir ku divê êdî şer li Sûriyê raweste û çareseriyeke aştiyane pêk were. Xalid wiha got, “Divê hemû aliyên Sûriyê li ser maseyê rûnên û çareseriyê pêş bixin.”

Nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê li Şehbayê Eladîn Xalid destpêkirina diyaloga siyasî ya bi rêjîma Sûriyê re erênî nirxand û diyar kir ku divê hemû aliyên Sûriyê li ser heman maseyê bicivin, çareseriyê bi diyalogê pêk bînin.
Di derbarê hevdîtinên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyê de, nûnerê herêma Şehbayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê parêzer Eladîn Xalid axivî û destnîşan kir ku beriya wê jî gelek serdan û parvekirina nêrînan pêk hatine.
Xalid diyar kir ku wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji dema hatiye damezirandin ve ew banga diyaloga aştiyane dikin wiha got: “Cihê terorê li ser axa Sûriyê tune ye û divê şer jî di Sûriyê de bi dawî bibe.”
Xalid da zanîn ku helwesta wan di aliyê çareseriya siyasî û aştiyane de ye û wiha dewam kir: “Ji ber şer Sûriye hilweşiya û welatiyên wê şerpeze bûn. Em amade ne bi hemû aliyên Sûriyê re bicivin û hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyê biparêzin.”
Xalid destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê mînaka demokrasî û piralîbûnê ye û divê hemû aliyên Sûriyê li ser heman maseyê bicivin, nakokiyên di navbera xwe de bi rêbazên aştiyane çareser bikin.
Girêdayî hevdîtinên MSD’ê li Şamê Xalid wiha got: “Ev civîn wê kevirkoşeya danûstandinan bi cih bikin û wê komîteyên ji bo danûstandinan ava bikin.”
Nûnerê herêma Şehbayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Eladîn Xalid di dawiya axaftina xwe de hevdîtinên MSD’ê bi hikumeta Sûriyê re erênî dît û hêvî kir ku çareseriyeke siyasî û aştiyane pêk were û Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî were avakirin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.