Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya hişmendiya civakî!

10/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya hişmendiya civakî!
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Hêmana herî diyarker di civakê de hişmendiya civakî ye. Hişmendiya civakî hêzek e gelekî girîng e. Bi taybetî li dijî dewlet û desthilatiyê, li dijî serdest û zordariyê hêmaya bingehîn a ku civakbûyînê diparêze ev hişmendî ye. Durkheim dibêje ku du cudahiyên bingehîn hene ku hişmendiya civakî û hişmendiya takekesî ji hev cuda dikin: Yek jê, ji derve ye, angu ji derve tê, ya din jî zextê di xwe de dihewîn e. Rastiyên civakî rastiyên weke bawerî, ol û exlaqê li xwe digire û heta ku ferd nexwaze jî xwe ferz dike. Ev hişmendî di jiyana civakî de diyarker û rênîşandar e; ji bo mayîndebûyîn û domdariya wê bi hin sepandinan xwe misoger dike. Lê rastiyeke din jî heye ku ew jî hevgirtin û rêxistinbûyîna civakê ye. Heke hişmendiyeke hevgirtî ya rêxistinî ya civakê tune be dê ew civak ji west û hêmayên xwe yên civakî dûr bike ve.

Hişmendiya civakî di her civakê de cihêreng e. Civak bi pêşveçûnê diguherin. Hêza vê guherînê ji dabeşkirina kar a ji hev cuda ya civakê tê. Tişta ku vê cudabûnê dide destpêkirin zêdebûna gelheyê ye. Hem ji hêla hejmarî û hem jî ji hêla pêwendîdariyê ve. Ev giranî hewcedariyên nû derdixe holê. Pêdivî û hewcedariyên civakî, fonksiyonên nû, teknolojî û sazîbûyîn nîşaneya pêşveçûna civakê radixe berçavan.

Ev tê wê wateyê ku ji pêkhateyeke homojen ber bi pêkhateyeke heterojen û pêkhateyeke organîk ve diçe. Di civakê de entegrasyonek zêde pêş dikeve. Civak ber bi pêkhateyeke organîk ve veduguher e. Civaka organîk jî tê wateya civaka endustriyal. Civakeke organîk û endustriyal di heman demê de civakeke xwezeyî, xweza û hawirdorparêz e. Ev hemû jî bi hişmendiya civakî ya hevpar pêkan e.

Her kêliya jiyanê bi hişmendiya civaka xwezayî û komunal watedar dibe. Jiyana ku ji xweza û hişmendiya civakparêzî dûr ew dibe jiyaneke kambax û nexweş. Girîngiya hişmendiya civakî di qonaxên bi xwezayê re eleqedar zelaltir dertê pêş. Qutbûna ji xwezayê, qutbûna ji xwe û civakê ye, ev jî tê wateya tunebûnê. Ji bo parastina mirov û mirovahiyê parastina hişmendiya civakî ya ku hemû hêmayên civakê dihewîne girîng e.

Dibe ku di roja me ya îro de her mirov bi fikara aboriya xwe, armanc û pêşeroja xwe ya takakesî tev digere. Lê belê hemû fikarên takakesî di encamê de xizmetê ji mirov û mirovahiyê re nake. Ew fikarên ezezî parêz, dibe sedema têkçûna nirxên civakî bûyînê. Di pêvajoya xwefikirînên peywendiyên fonksîyonel de hevsengiya kes û civakî têk diçe. Di encama vê guherînê de qeyranên kûr di civakê de pêş dikevin. Di rewşên wiha yên kaotîk de jî tu kes nikare bigihîje armancên xwe yên ku dixwazin bi dest bixin. Lewer kes bi civakê heye û heke nirxên civakî têk biçin, ev tê wateya têkçûna kes jî. Lewma jî xwe ji civakê cuda hesibandin, xwe ji civakê “azadkirin” ji hişmendiya civakî dûrketin, di bingeha xwe de xwe kuştin e.

Dema em bala xwe didinê di sedsala 19’emîn de li dijî ferdperestiyê angu ezezîtiyê bertekek tund hebû, jiyana manewî bi jiyana civakî dihat nîqaşkirin, civak jî li ser pêvajoya herikîna dîrokî dihat dahurandin û nîqaşkirin. Lê îro di nava civakê de ferd ango kes di bin navê maf û azadiyê de xwe ji civakê cuda dinirxîn e û li gorî xwestek û daxwaza xwe dixwaze jiyanekê bijî. Lê ew jiyana ku tê armanckirin li dijî hêmayên civakbûyînê be mirov dê çawa pêşî lê bigire. Bêguman di vir de pêdivî bi hişmendiya civakî ya hevpar ku nirxên mirov, mirovatî û civakbûyînê diafirîne, pêş dixe û diparêze heye.

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.