KNK’ê û Eniya Niştîmanî li dijî dagirkeriyê biryar dan ku bi hev re kar bikin û rêzeçalakiyên hevbeş lidar bixin.
Li bajarê Silêmaniyê Eniya Niştîmaniya Li Dijî Dagirkeriyê û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) civiyan. Piştî civînê herdû aliyan biryar dan ku rêzeçalakî û karên hevbeş bikin.
Di civînê de biryar hate dayîn ku roja Pêncşema bê li bajarê Silêmaniyê panelek lidar bixin. Di panelê de weke nûnerê Eniya Niştîmanî Salar Mehmud wê li ser rewşa siyasî û zererên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê baxive. Weke nûnera KNK’ê jî Zeyneb Murad jî wê li ser metirsiyên dewleta Tirk li hemberî jinan, çand û zimanê Kurdî baxive.
Diyar kirin ku piştî panela li Silêmaniyê, karnavalek li Sekoy Azadî ya Parka Azadî ya bajarê Silêmanî lidar bixin. Têde balonên bi dirûşmeyên dijî dagirkeriyê li ser nivîsî bifirînin û çend çalakiyên hunerî lidar bixin…ANHA






