Rojnameya Ronahî

Ez başim

Nehîr pale  

Jina lêdan dixwê, jina hatiye berdan, jina tecawiz kirine ya hatiye îhanet kirin, tu ji kîjan jinê bipirsê rewşa te çawa ye? Wê bersiv bide û bibêje `Ez başim`. Kîjan jin û kengî jin dikare bêje `Ez başim`. Her jinek di vê mijarê de nêrîna wan ji hev û din cûda ye. Lê bi giştî em gotina `Ez başim` didin bi kar anîn? Rewşa me baş be yan xirab be em ê dîsa bibêjin `Em başin`, gelo hewce dike dema ku rewşa me xirab be û ji ya kesî ne cûdatir be em bibêjin rewşa me baş e? Eger em di ruh de şikestî ne û di fikir de ne azad in û nikarin bibin xwedî îrade wê çawa rewşa me baş be?

Malbat û civak zarokan fêr dikin ku di her rewşê de bibêjin `em başin`. Dema ku tu fêrî van bêje û têgehan dibe tu hêdî-hêdî ji heqîqeta xwe dûr dikeve, êdî tu derewan li xwe dike û dibe kesayeteke du rû. Tirs, sêtres, deprasyon, fedî kirin ev jî dibin sedem ku insan tişta ji derveyî heqîqeta xwe bibêje. Li gorî aqil û zimanê civakê dema ji te bipirsin rewşa te çawa ye, divê tu bibêje `ez başim` li gorî dayîk û bav şerme tu bêje ez ne başim.

Dibe ku li gorî ziman û zîhniyeta civakan wateya peyv û têgehan were guhertin. Lê belê tu ji kîjan jinê bipirse tu çawa ye? Wê bêje `Ez başim` ev rewş bi exlaq ve dane girêdan, nabe tu heqîqeta xwe bibêje û tu ji heqîqeta xwe şerm dike, ji heqîqeta xwe dûr jiyan kirin nexweşiyeke bi me hemûyan ketiye.

Her sîstemekê li gorî bîrdoziya xwe pîvanên başbûna jinê û xirabûna wê diyar kiriye. Li gorî sîstema koletî û feodalîzm jina bêdeng, xizmetkar, sertewandî, îrade şikestî û bêhelwest baş e.

Sîstema kaptalîzim jî, jina bi kêrî berjwendiyên wan were baş e, ji ber wê pîvanên kamptalîzim ji bo jinê ev in; fêzîka wê bedew û balkêş be, ji ber vê yekê jin rehmê li xwe nake û dikare di bin navê estetîkê de canê xwe bide ber kêran. Tenê xema wê kîjan cilî li xwe bike, xwe çawa mekyaj bike, çi modêlê bide pora xwe, çawa baxive, çawa bimeşe û hwd. Hemû hewldanên wê ew e ku bal bikşîne û xelkê li derdora xwe kom bike. Êdî ew jin ji heqîqeta xwe dûr dikevin û dikevin nava gelek pirsgirêkên piskolojîk, tendûrûstî û zîhnî.

Ji bo em li heqîqeta xwe vegerim dibe em li xwe mûkir werin ku rewşa me nebaş e, kesek ji ya dîtir nebaştire, her yek ji me li rêbazên gihîştina heqîqetê bigere. Eger me xwe ji hinek peyv û têgehan rizgar kir û şûna wan bêjeyên nêzî heqîqetê bi kar anî dibe ku yek ji rêbazên gihîştina heqîqetê be.

Heyanî ku li cîhanê zilm li jinê were kirin û jin di fikir û ruh de kole be wê rewşa me hemûyan ne baş be. Ji ber em nikarin xwe weke ferd bihesibînin û dûrî hemû jinan bibînin, kengî em bi tenê man wê demê em ê wenda bibin.