Rojnameya Ronahî

PDK’ê ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirs e.

Navenda Nûçeyan

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 77 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 77 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê wek edîtor dixebite.

İşkere tê xuyakirin ku tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bê bingehin û kes ji derew û hincetên wê bawer nake û wê hewildan her tim berdewambin, ji bona ku Silêman were azadkirin. Ji ber ku daxwaze gelê azadîxwaz ew e, ku di zûtirîn dem de aqûbeta Silêman Ehmed were eşkerekirin û were berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Herwiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin,  me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer. PDK’ê ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

Herwiha girêdayî heman mijarê ICAD banga serbestberdana Silêman Ehmed kir û got ku pêwîste demildest Silêman Ehmed serbest were berdan. Ji ber ku ev zêdetirî 2 meh ku Silêman Ehmed in ji aliyê PDK`ê ve hatiye girtin û tu agahî der barê de nayên girtin.

Buroya ICAD’ê ya Navneteweyî derbarê rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Weke tê zanîn ku rojnamevan Silêman Ehmed di 25’ê Cotmeha 2023’yan de li deriyê sînor yê Sêmalka yê Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin. Lê ji wê demê heta niha agahî ji Silêman Ehmed nehatiye.”

ICAD’ê ev tişt ev agahî parve kir:“Silêman Ehmed Edîtorê Servîsa Erebî ya Rojnewsê bû. Di 1’ê Cotmehê de çûbû serdana malbata xwe ya li Helebê û di 25’ê Cotmehê de dema ji Rojava vedigeriya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr (Sêmalka) hate binçavkirin.

Daxuyaniyê bi van daxuyaniyan dewam kir:

“Piştî 6 roj jli ser revandina Silêman Ehmed derbas bû, Rêveberiya Giştî ya Dihokê ya girêdayî PDK’ê daxuyaniyek da û ji raya giştî re eşkere kir ku Edîtorê Rojnameya Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed ne rojnameger e û gef li wî xwarine ku dê bê cezakirin. Ji ber vê yekê PDK a ku piştrast kir ku Silêman Ahmet ji aliyê wan ve hatiye revandin, nahêle Silêman Ehmed bi kesî re hevdîtinê bike û der barê wî de agahiyan nade.

2 meh û nîv in derbarê Silêman Ehmed agahî nedan parêzer, xizm û saziyên mafên mirovan û ev ji aliyê hiqûqî û hem jî ji aliyê siyasî ve sûc e. Em bang li rayedarên PDK’ê dikin ku di zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe berdin, tavilê parêzer û malbata Silêman Ehmed agahdar bikin û Silêman Ehmed tavilê serbest berdin.

Ji ewlekariya jiyana Silêman Ehmed Asayîşa Giştî ya Duhokê û hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar in.

Rejîmên faşîst, nîjadperest û totalîter ku serî li revandin dibinçavan de wendakirinan muxalîfan didin û ev sûcê mirovahiyê ye. Ji derveyî her cure pêkanînên demokratîk, bi temamî ne hiqûqî ye. Divê neyê jibîrkirin ku kesên sûcê mirovahiyê dikin, zû yan dereng wê hesab bidin.”