Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîzin’

09/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîzin’
Share on FacebookShare on Twitter

Girtiyê siyasî Devrîm Acar ku li Girtîgeha Amedê tê ragirtin û di greva birçîbûnê de ye, peyamek şand û diyar kir “Tecrîd tê wateya bêdengkirinê, bêdengî jî tê wateya mirinê. Divê hemû gel dengê me bibihîzin û dengê xwe derxin.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de di 27’ê Mijdarê de dest bi gireva birçîbûnê ya dorveger û demkî kiribûn. Ji girtiyên siyasî Devrîm Acar ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin û 4 roj e di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyamek şand.

Devrîm Acar diyar kir ku ew li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ya li ser girtîgehan ketine greva birçîbûnê. Bi domdarî Acar anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku 25 sal e didome bingeha xwe ji înkarkirina hebûna Kurdan digire û got: “Ji bo dawî li vê israra bêexlaqî bê em ketin greva birçîbûnê. Ev polîtîka ne tenê li Îmraliyê, li ser hemû saziyên demokratîk, gel, bi taybetî gelê me û li girtîgehan tên meşandin. Lewma em dibêjin; ev jenosîd qedexeker e.”

Di berdewamê de Acar destnîşan kir ku tecrîd wek “siyaseteke bêexlaq û derqanûnî ya ji bo bêdengkirina mirovan” nirxand û got: “Divê neyê jibîrkirin ku bêdengî mirin e.”

Acar, peyama xwe bi van daxwazan û bangewaziyê bi dawî kir: “Ji ber vê yekê em dixwazin dev ji polîtîkayên bêexlaqî û dijhiqûqî bê berdan, ji bo Rêberê me şert û mercên azadiyê bên afirandin, dest ji polîtîkayên zextê yên li ser gelê me bê berdan, hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi taybetî pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, dawî li pêkanînên keyfî yên li zindanan bê anîn û daxwazên me li ber çavan bigirin. Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîse. Tecrîd tê wateya bêdengkirinê, bêdengî jî tê wateya mirinê. Werin em li dijî mirinê dengê jiyan û azadiyê bilind bikin û bi hev re ber bi serkeftinê ve biçin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.