Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehba û Qamişlo şehîdên komkujiya Parîsê hatin bi bîr anîn

09/01/2024
in NÛÇE
A A
Li Şehba û Qamişlo şehîdên komkujiya Parîsê hatin bi bîr anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi pêşengiya Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşeke girseyî şehîdên komkujiya Parîsê li Şehba û Qamişlo hatin bîranîn. Meş ji çarxereya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo hat destpêkirin û li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi dawî bû, di meşê de Saziya Malbatê Şehîdan, Kongra Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, PYD`ê, tevahiya saziyî û bi 100`an şêneyên bajarê Dêrik, Tirpêspiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Qamişlo Şehîdên komkujiya Parîsê li bajarê Qamişlo bi bîr anîn. 

Di meşê de wêneyên şehîd Fîdan, Ronahî û Sakîna hat bilindkirin, herwiha sloganên ‘Jin Jiyan Azadî, Bimre Îxanet, Şehîd Namirin û bê Serok jiyan nabe hatin berzkirin.

Di dawiya meşê de li ser navê Meclisa Kongra Star Şeha Xelîl û Cewahir Osman axaftin kirin û wiha gotin: “Îro rojekî dîrokî ye û ketiye asta dîroka cîhanî de. Ev roj salavgera Sakîna Cansis û Rêhevalên wê ye. Sakîna Cansis keça Dêrsimê û têkoşera ku serî hilda. Jina ku di bin hemû şert û mercên giran yên ku ji milê faşîzma Tirk ve li ser wê dihate meşandin li ber xweda û tucarî serî netewand. Sakîna yek ji damezrînerên PKK`ê bû, di têkoşîn û azadiya jinê de bi israr bû û her tim di asta pêşengtiyê de kar û xebat dikir.”

Herweha di heman çarçoveyê de li Şehbayê meşeke girseyî ji aliyê kongira star ya kanyona Efrîn û Şehbayê ve ji bo bîranîna salvegera 11 emîn ya Şehadeta her sê jinên şoreşger ku li Parîsê bi kompiloyekê şehîd ketibûn hat birêxistinkirin.

Meş bi tevlîbûna bi sedan jin, ciwan û pêkhateyên heremê û tavahî rêxistin û partiyan ji saha ajokariyê li Fafînê heyanî goristana şehîdan hat bi rêve birin.

Di dawiyê de Axaftin li ser navê kordînasyona kongira star Ferîde îbiş û ji aliyê malbatên şehîdan ve menel şêxo hatin kirin kirin û têde rastiya komkujiyê hate vegotin û biryardariya jinan û tekoşîna wan ji bona dadgehkirina kujeran

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.