Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

31/07/2018
in Uncategorized
A A
Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku divê têkoşîna civakî were xurtkirin û pêdivî bi tifaqan heye û got, “Em li ser soza xwe ne ku, hemû metodên demokratîk û alternatîf ên têkoşînê biceribînin.”
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç têkildarî encamên civînên Meclîs Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
Olûç bal kişand ser cezakirina Zarok TV û got: “Bi sedema di Zarok TV de stranek peyva ‘Kurdistan’ derbas dibe ceza dane. Zarok Tv bi zimanê zikmakî weşanê dike. Çi ne ew gotin? Ji ber ku navê cihê Kurd lê dijîn peyva Kurdistan e. Ev jî bûyerek divê mirov bi tiliyê nîşan bide.”
Olûç peyama piştgiriyê ya Tirkiyê ya ji bo Yunanistanê ya balafirên agirkuj bi bîr xist û wiha got: “Li Dersim, Licê, Nisêbîn û Pasûrê şewat derketin. Gelo van balafirên agirkuj çima mudaxaleyî agirê li Dersim, Licê, Nisêbîn û Pasûrê nekirin? Ji ber ku kesên li van deveran dijîn Kurd in.”
Olûç bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û ev tişt anîn ziman: “Di demên dawîn de li girtîgehên Erzûrûm, Elezîz û Tarsûs îşkence li girtiyan tê kirin. Li gel serlêdanên malbat û parêzeran jî hê encamek nehatiye bidestxistin. Dayika Sîsê ya 76 salî hê jî li girtîgehê tê girtin. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan jî didome û nêzî 3 salan e nikare bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne. Parlamenter Leyla Guven li girtîgehê tên girtin.”
Olûç, da zanîn ku pêwîste ew xwedî li sozên dayîn civakê derbikevin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku em hemû sozên xwe bînin cih, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyînê berdewam bikin. Pergal nû tê avakirin. Ev avakirin bi koalisyona AKP û MHP’ê berdewam dike. Mîna mûxlefetên demokratîk û civakî, divê em ji nûve pêvajoya avakirina demokratîk nîqaş bikin. Di vî warî de divê em bi biryar bin. Divê em têkoşîna ked û edaletê bi hêz bikin.”
Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo amadekariyên hilbijartina herêmî, em derbasî merheleyek nû bûn. Di rewşên awarte de, em ê biçin hilbijartinên herêmî. Li ser rêveberiyên herêmî û şaredartiyê me nîqaş bi rê ve birin. Hedefa me ya sereke ew e ku em di qada herêmî de desthilatdariya navendî dorpêç bikin. Stratejiya me ya esasî ev e. Ji ber vê em ê namzetên rast danîn û tifaqa rast ava bikin. Em li ser vî esasî serkeftinê bi dest bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.