Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeran 30 sivîlên din revandin

31/07/2018
in Uncategorized
A A
Dagirkeran 30 sivîlên din revandin
Share on FacebookShare on Twitter

Dagirker li Efrînê kiryarên xwe yên dermirovahî her diçe zêdetir dikin û di wehşetê de sînoran nas nakin. Endamên ENKS’ê didin pêşiya çeteyan û davêjin ser malan. Li navçeya Cindirêsê çeteyên dagirker avêtin li ser malên ku ENKS’ê nîşanî wan da 30 sivîlên din revandin û zêr û zivên wan dizîn.

Hat diyarkirin ku çeteyan li navçeya Cindirês û gundewarên wê zêdetirî 30 sivîl revandin, malên wan talan kirin û zêr û zîvên wan dizîn. Hate gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidye tê xwestin.
Kiryarên çeteyên girêdayî dewleta tirk ên wekî dizî, talan, revandin û xwestina fidyeyê piştî dagirkirina Efrînê neqediyan û her ku diçe van kiryarên qirêjî zêde dikin. Lê her carê ji xwe re ji bo van kiryarên dijmirovî rêbazên cuda peyda dikin.
Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku çeteyan roja 29’ê Tîrmehê bi ser navçeya Cindirêsê û gundên wê de girt. Di ser girtina malan de bi hinceta di mala wan de zêr û zîv tune ye, ji bo ku fidyeyê bixwazin zêdetirî 30 kes revandin. Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan di serdegirtina malan de ji gelek malan zêr û zîvên heyî dizîne.
Çavkanî, derbarê rêbazên nû yên çeteyan ên dizî, talan û taybet jî piştî revandina kesan xwestina fidyeyê de jî ev agahî dan: “Çeteyan rêbazeke nû ji bo dizî, talan û xwestina fidyeyê ji xwe re peyda kirine. Sivîlên ku niha direvînin wêneyên wan dikişînin û ji xizmên wan ên ku li Ewropayê bi cih bûne re dişînin û ji wan re dibêjin eger hûn dolar û euro ji me re bi rê nekin, em ê xizmên we bikûjin.”
Li gorî çavkanî eşkere dike hin kesên ji Efrînê ku piranî endam an jî alîgirên ENKS’ê ne, didin pêşiya çeteyan û malbatên ku aboriya wan baş be, pere, zêr û zîvên wan hebin, an jî xizmên wan ên li derveyî welat (Ewropa) hene, nîşan didin. Çeteyên dewleta tirk a dagirker jî li ser nîşandana wan, diavêjin ser malan an kesan direvînin û fidyeyê dixwazin an jî rasterast dest datînin ser mal û pereyên wan. Hat destnîşankirin ku revandina zêdetirî 30 kesan û talan û diziya malan li ser vê rêbazê pêk hatiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.