Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwzayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadîyê.’

08/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwzayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadîyê.’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Pilatforma Jinê ya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi durşmeya ‘Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadiyê!”  li baxçeyê 19’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê dest bi kampaniyeke ekolojiyê kir.

Pengava “Ji bo Rêber Apo Azadî, ji pirsgrêka kurd ra çaraserî siyasî” re girêdayî, kampaniya  darçandin û darkomkirinê ji aliyê Pilatforima Jinê ya Ekoljiyê bi beşdarbûna 13 tevger û saziyên cuda yên Rêveberiya Xweser ve li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêdikin.

Pilatforma Jinê ya Ekolojiyê bi duirûşmeya kampaniya ‘Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwzayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadîyê.’ Kampaniya xwe dest pê kir. Ev kampanî dê ji 9’ Çileyê destpê bike û heta 4’ê Nîsanê were domandin.

Herwiha ev kampaniya beşek ji pêngava azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e û armanc ji vê kampaniyê jî rêgirtina li pêşiya binpêkirinên ku di derheqê jin û xwezayê de çêdibin e.

Daxuyanî bi zimanê kurdî, erebî û inglîzî hatin xwendin û malbatên şehîdan, tevgerên civakî û rêxistinî tevlî vê daxuyaniyê bûn û naveroka wê jî wiha bû:

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişand li ser destpêkirina Pêngava Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û wiha hat gotin:“ Me ev pêngav, mehek berê bi xwendina hevdîtinên Rêbertî yên kevin ên hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan ên girtîgiha Îmraliyê dest pêkir.

Ji niha û pê ve em ê bi dirûşmeya “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya  xwezayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadiyê!” ji 9’ê Çileyê heta 4’ê Nisanê wê kampaniya bidome.

Em vê kampaniyayê di serî de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser komkojiyên jin û xwezayê yên li hemû cîhanê pêk tên destpê dikin û diyarî berxwedan û ruhê van jinan dikin.

Weke ku tê zanîn ancax azadiya jin û xwezayê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Ji bo vê jî tenê bi hembêzkirin û pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan em dikarin azadiya xwe bi dest bixin, xwe parçeyek ji xwezayê bibînin û pê re bijîn.  Ji ber ku xweza ne gefeke ku jiyana me dixe metirsiyê û ne jî pozîsyoneke ku divê were bidestxistin û xweza qada jiyanê ya me ye. ”

Pilatforma Jinê ya Ekolojiyê di derbarê kampaniya Komkirin û çandina daran de wiha got: “Em ê îsal jî di çarçoveya tevlîbûna pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka Kurd re çareseriya siyasî” de, pêngav “Li dijî çolbûnê, daristanan avabikin” ku her sal pêk tînin, bimeşînin.

Pirsgirêkên ku tên jiyankirin di sedema nêzîkatiyên çewt yên desthilatîya dewletê ya baviksalarî di ne. Lewma di ne çareseriya pirsgirêkên ekolojî de, weke pirsgirêka azadiya jin ya îro, xwedî roleke bingehîn e. Ji ber ku dîroka şaristaniyê her tim xweza, hawîrdor, ax û jin, bi îdeolojîk înkar kiriye. Bi înkarkirina civaka çandinî-gund a ku bi îcadên hilberîna madî yên jinan di serdema neolîtîkê de pêşketiye. Wî ev nirxên ku derketiye holê veguherand nav amûrên berjewendî û zordariyê di bin hegemonya mêran de. Wî ev veguhertin li ser esasê girtin û xistîna jinê li malê. Bi berdewamî bi kar anîna axê, ji bajarên dewleta Sumeran dest pê kir û ber bi çolbûna xwezayî ve hişt û bi demê re bi çolbûn mezin bû. Ji ber vê sedemê, şaristaniya dewletparêz di çolbûna axa Mezopotamya’yê de rolek sereke dilîze û taybet li Rojhilata Navîn dîrokek ekolojî tune ye. Çawa ku jin weke hêmana herî bingehîn a civakê neçar ma ku cewhera xwe înkar bike, xweza jî li ser mantiqa qazanca desthilatdariyê û yekdestdariya mêtingeriyê rastî îstîsmarê hat. Lewma mirovahî ji xweza, jiyan û civakê hatiye dûrxistin û xaribxistin. Bi vî rengî jin û xweza di dîroka şaristaniya dewletparêz de rastî komkujiyên herî hovane hatin. Bi vê zîhniyetê divê ji 9’ê Çilê û pê ve li mal, kolan, baxçe û deştên xwe kulîlk û daran biçînin. Ji bo ku em jî ji nûve qetilkirina jinan û xwezaya ku parçeyekî wê ne, çavên xwe negirin. Divê em fikra Rêber Abdullah Ocalan a xwezaya azad û jinên azad, bi çandina daran ji bo her jin û daristanekê hatiye kuştin, ruhê wan zindî bihêlin û bidin jiyîn. Li ser vê bingehê, em hemî dînamîkên civakê vedxwînin da ku her dara xwe bi koka xwe re bînin cem hev. Ji ber ku civak bi xwe di bingehê xwe de diyalektîka ekolojîk ye. ”

Pilatforma jinê ya Ekolojiyê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha bang kir: “Ji bo em vegerin ser koka xwe û hemû komkujiyan rawestînin, bila bi feraseta ‘Her malekî şitlekî, her şitlekî darekê’ di pêngava civakek ekolojîk de bibin yek. Werin em têbikoşin ku xwezaya xwe veguherîne daristan û rengîn bikin! Werin em ekolojî û azadiya jinê pêş bixin, hemû hevsengiyên pergala baviksalarî-dewletparêz hilweşînin, zîhniyeta kujer bidawî bikin!

Li ser vê bingehê hin çalakiyên ku em ê di dema kampaniyê de pêk bînin ev in;

1-Li hemû deveran divê civîn werin lidarxistin û durşmeya ‘Her malekî şaxekî, her şaxekî darekî’ pêk were.

2- Dayîna perwerdeyên girêdayî têkiliya di navbera jin-xweza û civakê de.

3-Çandina daran li deverên ku jinên pêşeng hatine qetil kirin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.