Rojnameya Ronahî

Rêzanê Batûyî 1978-…

Sîpan Şînda

Heylo Mîroooo, Mîro bihare, bihara vê berîyê

Sosin û beybînan heşîn dikir li ber kêlega vê tehlîyê

Malxwê banî dikir kevanîyê

De tu wê dagire çeltê hejarîyê

De em ê derbas bibin bi kelek û gemiya Cirehîyê

Em ê biçin serdana Mîrê Kurmancîyê

De belgî bide me pezek ya doşanîyê

Heyla li te jarê, weyla li min jarê

Qeda û bela bikeve li halê feqîrîyê

De wele dinya û alemê girtiye dostik û yarê

Derheqê min û bejniga bilind de li Cizîra Botan de biye hewarê

Warê evînê ye Botan. Warê mêrxas û merde mêraye, warê egîd û pêlewana ye, warê Mîr û Bega ye, warê keç û xortên serhildêr e, warê şer û cengê ye. Lê di heman demê de warê huner û hunermandan, hosta û sinetkaran, nivîskar û helbestvana ye. Ji we re navê kîjan mêrxas û hunermendî bêjim û yê kîjgî nebêjim! Seîd Begê ku li hemberî zilma Osmaniyan serî hildayî, Bedirxan Begê ku Kurdistan hemî kirî yek, Elo Dîno yê dil pola, Celadetê têr nenivîsî, Osmanê Elo yê merdemêr, Mihemed Arifê dilevîndar, Seîd Axayê deng bilind…. Ez binivîsim wê ev quncik tijî bibî û wê têrê jî neke. Lê ka em bêne li ser dengbêjê xwe yê deng xweş, deng nerm, dilnizm, nevs kiçik, keyfîn û henekker Rêzanê Batûyî.

Rêzanê Batûyî di sala 1978 an de li Çemê Karê, li zozanên Herekolê tê li ser dinyayê. Zarokatîya wî di koçerîyê de derbas dibe. Ew jî weke gelek dengbêjan hêj di ciwanîya xwe de dest bi stranbêjîyê dike. Lê ew di destpêkê de dibe dengbêjê xwe. Ango ew hema ji xwe re distirê. Heta demekî dirêj ew vê dengbêjîya xwe ji xwe re dihilîne. Heta sala 2009an li Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê de dest bi dengbêjiyê dike, hema bêje tu kesê ew nasnedikir. Piştî wî li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê dest bi dengbêjîyê kirî, ew hate naskirin. Ew dibêje min herî zêde ji dengê dengbêjê nemir Cemalê Mihê hez dikir û min guhdariya wî dikir. Paşê ji Xelîl Xemgîn. Dibêje min stran û lawikên Cemalê Mihê hemî herf bi herf ji ber kiribûn. Herweha yên Xelîl Xemgîn jî. Ewan çawa digotin min jî eyn teqlîdê wan dikir weke wan digot û min dengê xwe dişiband yê wan. Ew di sala 2013an de klîba xwe ya ewil ya bi navê Mîro Bihare çêdike. Ew klîb li Cizîra Botan li Birca Belek de tê çêkirin. Piştî wê ew tevlî gelek bernameyan dibe. Çi li Cizîrê çi li bajarên weke Amedê, Wanê, Stembolê tevîl gelek bername û festîvalan dibe. Bi gelek dengbêjên weke Cemalê Mihê, Salihê Şirnexî, Silêmanê Sofî, Evdirehmanê Olê, Hecî Ehmedê Şilyanî û hwd re di bernaman de stran gotine. Ew dibêje bandora dengê Salihê Şirnexî û Îsivê Evdirehman gelekî li ser min heye. Her çend ew ji ciwanîya xwe ve stranan dibêje jî, lê ew neçûye li çi kûçke û dîwanxanan de stran negotine, ji xeynî li bernameyên mîhrîcanan û yên li navenda çanda Mem û Zînê.

Rêzan, dema distirê bi keyf û işq dibêje. Bi taybetî dema ew bêlîtan dibêje zewqê dide hevalên xwe û guhdêran jî. Bi taybetî jî bêlîta Şamîranê ku wî û Evdirehmanê Olê bi hev re gotine, weke senfonîyekê ye û hingî mirov guhdarî dike mirov jê têr nabe. Ewî gelek stranên gelerî tomar kirine. Lê wî hetanî niha jî çi band û CD dernexistine. Her çend dengekî wî yê gelek xweş û az heye û ew gelek cureyên stranan weke bêlîte, heyranok, payîzok, serêlî, lawik, stranên şeran û hwd dibêje jî, lê ew dibêje heta heft bavan jî di malbata min de çi dengbêj nînin. Rêzanî ji bo debara xwe bike demekî dirêj ajokarî kiriye. Di sala 2014’an de weke endamê Meclîsa Bajêrvanîya Cizîrê tê hilbijartin, lê piştî qeyûmî wî ji wir dûrdixin. Di sala 2019’an de li ser navê Cizîrê dibe endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Şirnexê, lê dîsa wî ji ser peywirê dûr dixin. Ew niha jî li gundê Cizîrê Ernebatê dijî û babê 7 zaroka ye. Jîyê te dirêj û dengê te her tim bilind û li ser dinê be hozanê dengxweş û kiçikmirov Rêzanê Batûyî