Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sala nû û xwe nuh kirin

07/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Me sala 2023’an li pey xwe hişt. Divê muhasebeya salê, bi rengekî berfireh were kirin. Wek gellekî ku daxwaza azadiya xwe dike û tekoşînekî dimeşîne, divê hesabên wî pir ciddî û lêhurbuyî bin. Me çi tiştên baş kir û kêmasiyên me çibun, em çawa karin baştir pêş bikevin û çareseriyê jibo şoreşa xwe ava bikin. Dersên girîng jibo me Kurdan bi giştî û jibo Misilmanên Kurdan bi taybetî divê werin lêkolînkirin. Jibo me Kurdan sala duhezaru bîst û sîsiyan sala berxwedanekî bê hempa û hovitiya neyarê me ya bê sînor bu.

Me dît desthelatdarên cîhanê xwe bi çi rengî tevger dikin û çawa nêzê pirsgirêkan dibin. Şerê çavnebariya ya jibo zêdetir deskeftên hebuna desthelatê, tu pîvanên rawiştî nehîştine. Desthelatdarên ku di mijara birêvebirinêde, ya xwarin û vexwarinêde, ya teknolojî û zanebunêde, jixwere yekdestî ava kirine û talan kirina mirovahiyê bihevre pêk tînin. Dixwazin bi vê serdestiya xwe, hemu mirovahiyê û bi nirxên dîrokîve dîl bigrin. Dîl girtin ne tenê mijara samanêye: herweha çandî, zanyari, olî, perwerdeyî, tenduristî û hişmendî jî, dorpêç kirine.

Nêzikbuna desthelatên cîhane di vê salêde jî derket holê ku, pîvanên piştî cenga cîhanê ya duyem hatibun danîn tu wateya wan nemaye.

Gelo dê ev desthelattdarên ku roja meya îroyin de dijîn, wê pergalekî çawa ava bikin?

Qapîtalîzm û xwînmijî bê sînor êrîşên xwe didomîne.

Bi taybet li rojhelata navîn, ev êrîşên bê exlaq û dij mirov, berê her kesekî liser bizava netewa Kurd hatin ceribandin. Suîqestên liser pêşengên azadiyê li rojava, başur, bakur û navenda parîsê hatin pêkanîn û ev pêşeng bi rengekî hovane hatin qetilkirin, ev wehşet hêjî bê navber berdewame.

Ev bê pîvanî û bî qanunî her diçe kurtir dibe! Ger mirov bala xwe bidê, ev qetilkirina muxalifên xwe, wek sîstemekî hevdû tirsandinê û liser hevdu desthelat avakirinê pêş dikeve. Roja meya îroyînde bi pêşketinên teknolojiya cengêre, cure û şiklên şer û cenganjî hatine guhertin.

Ligor nêrîna min, jibo ev dron û froke werin yekalî kirin, dê demekî nêzde pêşketinên berbiçav werin dîtin.

Divê em Kurd bi giştî, hêza xwe ya yekitiyê pêş bixin, eqlê xwe û hêzên xwe yên maddî zêdetir bi çalak bikin. Lewre ev sersala em têde dijîn, sersala teknolojî û ya hêza dîjîtale.

Jibo em karibin xwe û milletê xwe biparêzin, divê ev hêzakû hemu kes bikar tîne, emjî bikuranî û zanistî bikar bînin. Divê serdemêde, teknolojî û dîjîtalîze bun, hêzekî bingehîne.

Em karin jibo arşîva xweya dîrokî, zimanê xweyê dayikê, dewlemendiya çand û hunera xwe wek eniyekî serkeftî pêk bînin.

Bi taybet Misilman û bawermendên Kurd, di serdema îroyinde ku hertişt liber çavên mirovahiyêde pêş dikeve, karin xwe nuh bikin û heqîqeta ola Îslamê raxin berçavan. Ev potansiyela rastiya îlmî ya zanyariyê, mirov di dîroka Medreseyên Kurdîstanêde jî dibîne. Alim û Zanyarên Îslamê yên Kurd ger vê serkeftinê bidest bixînin, dê karibin gelê Kurd, ji bindestiya desthelatdarên sexte ên binavê Îslamê rizgar bikin û sentezên nijadperestan têk bibin.

Divê Kurd çeka teknolojî û dîjîtalê li hemu qadande professîyonel pêk bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.