Rojnameya Ronahî

Serkeftin bi ramanên demokratîk re pêkan e

Idrîs Henan

 Dewleta Tirk a dagirker beriya dawiya sala 2023`an, carek din berê xwe da Rojava û gelek navendên hilberîna xwarin, çandinî û pîşesaziyê bombebaran kirin. Hemû cihên hatine armancgirtin xwedî taybetmendiyek aborî ne ku di heman demê de hedefgirtina wan, li dijî hemû gerdiş, zagonên navneteweyî û exlaqên şer e. Lê diyar e jî ku armanca sereke ew e; binxistin û derbkirina aboriya sîstema Rêveberiya Xweser e. Ev jî yek ji armancên stratejîk ên dagirkeriya rejîma Erdogan û Bahçelî ye. Di bineya wê yekê de jî, ji navbirina civakbûyîna li dora Rêveberiya Xweser hatiye rêxistinkirin, tivîkirina xizanî, koçberkirin û pirsgirêk avakirin e. Ev jî dê were wê manê; têkbirina Rêveberiya Xweser ku nikaribe pêdiviyên civakê dabîn bike.

Gelek girîng e ku êriş di wê watê de bên pênasekirin ku cewherê sedema êrişan bê fêmkirin.

Diyare ev meyla matirsîdar li gel faşîst Erdogan û kabîneya wî bûye diyardeyek ji bo zêdekirina nerehetiya civakparêz û zexteke ku ezmûna demokratîk a serkeftî ku bi Hevpeymana Civakî tacîdar bûye, ji nav bibe. Hevpeymana Civakî yek ji nîşaneyên serketina domadar a ezmûna Rêveberiya Xweser e ku bi beşdarbûna hemû pêkhateyên çandî û olî û etnîkî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye muhirkirin. Ji xwe hevpeyman, belgeyeke demokratîke îlhama xwe ji ramanên Rêber Abdulah Ocalan digire.

Aliyekî din ê êrişan jî ew e ku derbeya artêşa Tirk li Çiyayên Kurdistanê xwariya, rêzik û mercên serkeftinê yên nû li ser rejîma faşîst da ferizkirin. Her wiha li qada Rojhilata Navîn hişyariyek belav kir ku; tu hêz nikarin bê vîna  Kurdan, weke sedsalên borî, tu projeyan zindî bikin. Yanê yek ji şertên ji nû ve dîzayînkirina vê herêmê jî ew e ku; rola Kurdan a pêşengiya demokratîk nikare bête paşguhkirin. Vê yekê jî kezeba faşîzmê birîn kir û ew tûşî koşeyek teng a têkçûnê kir. Yan jî mecbûr in, çi alî dibe bila bibe, bi îradeya civakî ya demokratîk re li hev bikin. Wisa ne be jî, aramî li herêmê bi van sîstemên netewperest ên faşîst re pêk nayê.

Bûyer û pêşketinên li herêmê, gurkirina şer û tundiyê, gefên her aliyekî, avakirina sîstema îzoleyê, nîşan dide ku rewşa li herêmê di sala 2024 ‘an de wê aliyan ber bi aloziyê ve bibe û rê li ber çareseriyên bi xwîn, wêranî û derketina tevahiya hêzan ji qada şer a Rojhilata Navîn veke. Dibe ku heya ev rewş qut û bir bibe, salek din jî bajo.

Berbelavbûna teretoriya şerê li herêmê û hedefgirtina rojane ya dehan sivîlan, diyar dike ku faşîzm û netewperestiya qirêj a bi serpereştiya rejîma AKP – MHP li herêmê pêş dikeve, kîjan seqîfa teng de jiyan dikin û li ber kîjan keviya binketina dîrokî ne. Lew re; ji bona ku ev ketin di zûtirîn dem de pêk were û bibe rastiyek serketina têkoşîna gelan a azadî  û demokrasiyê, pêwîste civata li dora sifreya azadiyê ya Rêber Abdulah Ocalan mezintir bibe û azadiya wî jî bikeve gerantiyê. Ancax ev yek jî bi piştgiriya projeya demokratîk a ezmûna Rêveberiya Xweser, tevlîbûna nava refên têkoşîna azadiyê re pêkan be. Bi vî awayî jî îradeya li dora Hevpaymana Civakî kom bûye, dikare bi çandên xwe yên cuda  cuda re, êrişên li ser herêmê têk bibin û vîna gelan birayardar be.